4’ê Nîsanê li Strasboûrg û Mûlhoûsê hat pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Strasboûrg û Mûlhoûsê yên Fransayê hat pîrozkirin.

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbûrg ê Fransayê pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî li cihê Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de li pêşîya avahiya Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin, hat lidarxistin.

Endama Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê Naîlê Gumuşten ku hefteya 563’an de nobedê dewr girt: got: “Rojbûna Rêber Apo di heman demê de rojbûna têkoşîna jina azad e.” Gumuşten banga mezinkirina têkoşînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Endama Însîyatîfa Jinan a Zînê ya Strasboûrgê Helena Dersim jî anî ziman ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya vejîna gelên ku nasname û çanda xwe ji bîr dikin.

Fîkret Çelîk ê di Kongreya Asayî ya Meclîsa Gel a Strasboûrgê de ji bo hevserokatiyê hat hilbijartin, diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rojbûna gelê Kurd tê pîrozkirin û anî ziman ku ew welatparêzên li Strasboûrgê dijîn, heta azadiya Rêbertiya xwe têkoşîna xwe bidomînin.

Endamê koordînasyona çalakiya Nobeda Azadiyê Zulfu Bîngol jî got: “Rojbûna Rêber Apo mizgîniya vejîn û têkoşîna me ye.”

MULHOUSE

Li bajarê Mûlhoûse ya Fransayê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku li DKTM ya Mûlhoûse de hat lidarxistin de, hat diyarkirin ku 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşaneya şiyarbûna gelê Kurd e.”

Di pîrozbahiyê de diyarî li zarokan hatin belavkirin. Pîrozbahî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û gerandina govendê bi dawî bû.

Li aliyê din, çalakiya gelê Kurd û dostên wan ku 11 sal in li bajarê Strasboûrg ê Fransayê didomînin, di hefteya 563’an de ye. Endama Meclîsa gel a Bernê Naîlê Gumuşten, Tahsîn Turk û Firat Aksû di hefteya nû de çalakiyê dewr girtin. Her wiha Meclîsa Gel a Strasboûrgê 12’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreyê de ku dawiya hefteyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasboûrgê de pêk hat, rêveberiya nû hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê G. T û Fîkret Çelîk hatin hilbijartin.