4’ê Nîsanê li Solothûrn û Bordeaûxê hat pîrozkirin

Li bajarê Solorthûrn ê Swîsreyê û bajarê Bordeaûx ê Fransayê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê û bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi boneya rojbûna 74’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahî hatin lidarxistin.

Li Solothûrnê pîrozbahî ji aliyê Komuna Jinan a Pinar ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin û gelek Kurdistanî tev li bûn.

Beriya pîrozbahiyê di şexsê Şehîdên Azadiya Kurdistanê de deqeyek rêz hate girtin.

Ji Hevserokatiya CDK’ê Kaya Demîr axivî û got: “Felsefeya azadiyê ya Abdullah Ocalan, ji têkoşîna azadiyê ya gelên cîhanê re bûye hêvî. Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me, tê xwestin ku ev berxwedan were şikandin.”

Li ser navê Komuna Jinan a Pinar jî Hulya Gokalp got ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya jin û ciwanên Kurd e.

Piştre sînevîzyona li ser felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate temaşekirin.

BORDEAÛX

Li NCKD’ê ya li bajarê Bordeaûx ê Fransayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin. Di merasîmê de sînevîzyona hate temaşekirin, govend hate gerandin û dirûşme hatin berzkirin.