4'ê Nîsanê li gelek navendên Ewropayê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên ku di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kom bûn, li gelek navendên Ewropayê çalakiyên pîrozbahiyê li dar xistin.

DARMSTADT

Li bajarê Damstadt ê Elmanyayê piştî xwarina fitarê ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Roza ve hat organîzekirin, ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya pîrozbahiyê hate lidarxistin.

Di çalakiya ku bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan, banga tevlîbûna meşa 15’ê Nîsanê li Dusseldorfê hate kirin.

Çalakî piştî axaftinan bi govendê bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk li bajarê Belle De Maî yê Marsîlyayê ji bo 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist. Di serî de malbatên şehîdan gelek kesên welatparêz tevlî çalakiyê bûn. Li qada ku wê pîrozbahî lê bê lidarxistin, bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd û gulan quncikek taybet hat amadekirin. Ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.

Di axaftinên li çalakiyê de hat gotin, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd divê têkoşîn bê mezinkirin.”

Çalakî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.

LONDRA

 Li Londrayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş hat pîrozkirin û hat gotin, "Rojbûna Rêber Apo vejîna me ye."

Bi organîzasyona Meclîsa Gelê Kurd a Londrayê û Meclîsa Jinê ya Jiyan, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Bi boneya çalakiyê poster û pankartên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li salonê hatin daliqandin.

 Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî, diyar kir ku gelan bi taybetî gelê Kurd rojbûna Rêber Apo bi coş pîroz kirin û got, “Rojbûna Rêber Apo, zayîna me ye. Rêber Apo vejîna gelên înkarkirî û meşa wî ya azadiyê ye. Bi milyonan li dora Rêber Apo hatine cem hev. Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e."

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Jiyan Bîrsen Poyraz axivî û diyar kir ku wan 4'ê Nîsanê bi coş pêşwazî kirine.

Piştî axaftinan sînevîzyon hate pêşandan û pasteya ku ji bo rojbûna Abdullah Ocalan hatibû amadekirin ji aliyê zarokan ve hate birîn.

GAVLE

Meclîsa Gel a Gavleborgê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Piştî fitarê saet di 19:30’an de girseya gel a saet di 19:00 de li hev civiya, pîrozbahiyê dest pê kir. Hevseroka Meclîsa Gel a Gavleborgê Jin Hajo axivî û bal kişand ku çawa rojbûna Serok Apo bûye rojbûna gelê Kurd.

Ji ber ku 4’ê Nîsanê salvegera damezrandina PJAK’ê ye jî, nûnerê PJAK’ê Cemal Rojhilatȋ mafê axaftinê girt. Rojhilatȋ her wiha got, fikrên Abdullah Ocalan piştî çar parçeyên Kurdistanê li hemû cîhanê deng veda.

Di dawiyê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Vecdîn Batte axivî. Batte got, “Tevahiya cîhanê Serok Apo fêm kir, divê em Kurd jî Serok Apo rast fêm bikin. Ji bo em azad bibin rêya yekane ev e."

HILDESHEIM

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya rojbûnê ya ku ji aliyê Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hîldesheîmê, Komuna Jinê ya Hildesheim Meryem û Meclîsa Jinê ya Salzgitter Berçem Cîlo ve hate organîzekirin, heta derengiyê dewam kir.

Di çalakiyê de li ser navê Fed-Dem'ê Letîf Karakaş di axaftina xwe ya kurt de diyar kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ruhê civakê diherike.

Piştî axaftinê sînevîzyon hat nîşandan û piştî fitarê rojbûna wî hat pîrozkirin.

Çalakiya rojbûnê ya ku dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan Azadî" hatin berzkirin, piştî saetên dereng dewam kir, bi dawî bû.