BI DÎMEN

33 rêwiyên xeyalan li Swîsreyê hatin bibîranîn

33 Rêwiyên Xeyalan ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa bombeyî ya ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate pêkanîn de hatin qetilkirin, li gelek bajarên Swîsreyê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

BASEL

Ji bo bîranîna 33 ciwanên ku li Pirsûsê di êrîşa DAÎŞ’ê de hatin qetilkirin, ji aliyê Komeleya Karkerên Koçber a Swîsreyê (ÎGÎF), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle ve li Parka De-Wette çalakî hat lidarxistin. Komên femînîst û şoreşgerên Swîsreyî piştgirî dan çalakiyê.

Çalakî bi deqeyekî rêzgirtinê ji bo şehîdên Pirsûsê destpê kir. Piştre li ser navê Young Struggle daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Kobanê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bû xala werçerxê. Parastina Kobanê ji bo DAÎŞ’ê destpêka dawiyê bû.”

Li ser navê Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê (AVEG-KON) Gulderen Sevîm jî wiha got: “Komkujiya Pirsûsê ya 20’ê Tîrmehê careke din nûbûna têkoşîna edaletê ya li dijî rejîma faşîst a qirker nîşan da.”

Di çalakiyê de ev peyam hat dayîn, “Heta ku hesab bê xwestin têkoşîna me dewam bike.”

Meşa ku li Parka De-Wette destpê kir, bi dirûşmeyan heta Parka Claramatte dewam kir. Çalakvanan pankarta “Şehîdên Pirsûsê di têkoşîna me de dijîn” daleqandin avahiya Kolpînghaus û li ser navê çalakvanan xaziya Pirsûsê Guneş Erzurumluoglu axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo tepisandina Şoreşa Rojava bi DAÎŞ’ê re hevkariyê dike.

ZURÎH

Li ser banga hevbeş a ÎGÎF, SKB û Young Struggle bi tevlîbûna pêkhateyên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan û şoreşgerên Tirk, li qada Stauffacher a pêşiya dêra St. Jakop çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên 33 rêwiyên xeyalan hatin vekirin û metna daxuyaniyê ya AVEG-KON hate xwendin.

Li ser navê HBDH’ê Turan Etem di çalakiyê de axivî û ev peyam da: “Em ê bi mezinkirina têkoşîn yekbûyî tola 33 rewiyên xeyalan hilînin. Wê tu xeyal nîvço nemîne.”

LOZAN

Ji aliyê Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) çalakî hat lidarxistin û şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn. Nûnerên saziyên şoreşgerî, endamên CDK-Lozan û gelek kes tevlî çalakiyê bû.

Hevseroka CDK’ê a Lozanê Aysel Argin şehîdên Pirsûsê bi bîr anî û axaftinek kurt kir.

Hevberdevkê ÎGÎF’ê Huseyîn Torun got: “Ciwan di bin kontrola dewleta Tirk de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin.

BERN

Li paytexta Swîsre Bernê li qada Reithalle çalakî hat lidarxistin. Pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropa (ADGB) û saziyên şoreşger ên Swîsreyî tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê ÎGÎF’ê Siyasetmedar Alî Orak axivî û got: “Êrîşên dagirkeriyê ku îro li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin berdewamiya vê komkujiyê ye.”

Alî Orak destnîşan kir ku ew ê ji bo hesaba hemû komkujiyan bi taybet ya Pirsûsê bipirsin wê li dijî faşîzmê li qadan bin.

Hevserokê CDK’ê a Bernê Burhan Karakoç jî mafê axaftinê girt û şehîdên Pirsûsê bi bîr anî.

Her wiha metna daxuyaniyê ya Komîteya Rojava hat  xwendin.