BI DÎMEN

33 Rêwiyên Xeyalan li Berlînê hatin bîranîn

33 ciwanên SDGF’î yên li Pirsûsê şehîd bûne, li Berlînê bi meşê hatin bîranîn û wiha hate gotin: “Ji bo Kobanê jinûve ava bikin, bi rê ketin û ev hêviya wan tune nebûye.” Di çalakiyê de soza mezinkirina têkoşîna şoreşgerî hate dayîn.

20’ê Tîrmeha 2015’an li navçeya Pirsûs a Rihayê, çeteyên DAÎŞ’ê ya ku xwedî piştgiriya dewletê ye, êrîşeke bombeyî pêk anîn û di encamê de 33 Rêwiyên Xeyalan hatin qetilkirin. Rêwiyên Xeyalan li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn û kujer hatin protestokirin.

Meş ji aliyê Young Struggle ve hate organîzekirin. Kurdistanî, Tirkiyeyî û enternasyonalîst beşdarî meşê bûn.

Her wiha aktîvîstên TêkoJIN û TCŞ’ê, endamên Meclîsa Jinan a Dest Dan û Nav-Berlîn’ê jî beşdarî meşê bûn.

Di daxuyaniya hatî dayîn de, 33 Rêwiyên Xeyalan hatin bîranîn û ev tişt hate gotin: “Îro em li vir in, ji bo ku em bêjin me ti tişt ji bîr nekiriye. Me komkujiya ku beriya 9 salan li dijî rêxistineke ciwanan hatî kirin, ji bîr nekir. Em dibêjin ku hevrêyên me vale vale neketine. Ew ji bo Kobanê jinûve ava bikin, bi rê ketin û hêviya wan tune nebûye. Rewşa faşîst Erdogan eşkere ye. Hîna jî şoreşgeran, endamên HDP’ê diavêje girtîgehê. Divê em dengê xwe hîn bilindtir bikin û piştevaniya xwe ya ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, nîşan bidin.”