14 ciwanên ku ji bo Mexmûrê çalakî li dar xistin, hatin destgîrkirin

Polîsên Bernê, 14 ciwanên ku ji bo protestokirina êrîşên hemberî Mexmûrê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin, destgîrkirin.

Ciwanên Kurd, li dijî girtina dorê li Wargeha Mexmûrê ya artêşa Iraqê, li Balyozxaneya Iraqê ya li bajarê Bern ê Swîsreyê, çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Ciwanan, bi dirûşmeya ‘’Mexmûr, wargeha jînê ye, serî li ber dagirkirina jînê rabike’’ girtina dorê li Mexmûrê, protesto kir.

Peywirdarê li Balyozxaneya Iraqê telefonê polîsan kir, polîsên Bernê hatin û 14 ciwanên bi ters kelemçe destgîr kirin.

Tevgerên Ciwanên Kurd ên Ewropayê TCŞ û TekoJIN’ê jî ji bo berdana ciwanê Kurd, banga xwedîderketin û geşkirina têkoşînê kirin.