Rizgarker Candorûk: Perwerde û agahdarkirin şert e

Rizgarker Cemal Candorûk bal kişand ser zêdebûna bûyerên fetisandinê yên li Çemê Dîcleyê û got, "Divê li qiraxên çem timî rizgarker hebin. Ya herî girîng jî; pêwîste gel bê perwerde û agahdarkirin."

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ciwanên ku ji ber germa 45 pileyî ya havînê aciz bûne, ji bo xwe hênik bikin dikevin nava Çemê Dîcleyê. Sala 2018'an bi giştî 8 kes di çem de fetisîn. Lê hîn jî tedbîr nehatine girtin.

Cemal Candorûk ji sala 2011'an heta 2016'an li Şaredariya Cizîrê weke yek ji 4 rizgarkeran xebitî. Lê belê Candorûk û du hempîşeyên wî ji aliyê qeyûmê rejîma AKP'ê ve ji kar hatin derxistin. Candorûk ev du sal in bi dildarî tevlî tîmên rizgarkirinê dibe. Cemal Candorûk li ser tedbîrên li hemberî bûyerên fetisandinê agahî da. Candorûk diyar kir ku dema li şaredariyê dixebitî, wan hin proje di vê derbarê de amade kirin û got, "Weke 4 hevalên rizgarker, ji bo alîkariyê me serî li gelek deverên erkdar dan. Armanca me ew bû ku em karibin perwerdeyê bidin gel."

'PÊWÎSTÎ BI BIRKAN HEYE'

Candorûk destnîşan kir ku li bajarên li qiraxa Çemê Dîcleyê pêwîste tîmên rizgarkirinê timî amade bin û wiha dewam kir: "Ji roja ku ji kar hatime derxistin û vir ve ez tevî alavên xwe timî li qiraxa çem digerim. Di nava du salan de me du zarok ji mirinê rizgar kirin. Lê dibe ku ez her gavê ne amade bim. Ji bo vê jî divê tedbîr bên girtin. Yek ji tedbîran ew e ku ji bo hênikbûna mirovan birk bên çêkirin. Niha tenê birkekî şaredariyê heye. Li navçeya ku nifûsa xwe 140 hezar e birkek têrê nake."

Candorûk diyar kir ku avgerên ji ber ocaxên xîzê yên ber çem çêkirine, yek ji sedemên fetisandina mirovan e û got, "Gelek ocaxên xîzê avê ji çem digirin. Tevî ku destûrnameya gelek ji wan qediya ye, bi rengekî veşartî dixebitin. Ev yek ji nedîtî ve tê."