Pêwendiyeke zêde li germavên Colemêrgê

Di navbera Elbak û Colemêrgê de Avareş heye. Gel bi derfetên xwe ev der çêkiriye û pêwendiyeke zêde ya gel ji bo vir heye. Her roj bi sedan kes ji bo ku ji wan re bibe derman diçine wir.

Kana germavê ji ava Zapê tê û tekane germana herêma Colemêrgê ye. Germav bi salan e xirabe ye û gel bi derfertên xwe çêkiriye, havînan ji Wan, Colemêrg, Gever, Elbak, Şemzînan û gundan bi sedan mirov tênê.

Gel ji vê germava Avareş şîfayê hêvî dike. Di serî de gelê herêmê gelek kes têne vir. Ji ber ku di nav sînorê Wan-Colemêrgê de Walîtiya Colemêrgê û Wanê serê xwe pê re naêşînin. Bi salan e ji bo ku tesîsek were çêkirin daxwazname dane walîtiyên du bajaran. Waliyê Colêmêrgê got germav di nav sînorê Wanê de ye û yê Wanê jî got di nav sînorê Colemêrgê de ye û çênekirin.

Welatî wiha dibêjin: ‘’Bi taybetî ji bo nexweşiyê derman e. Beriya niha germav herî bû. Mirovên me ji bo germavê diçûne devereke dî. Ev jî ji bo mirovên me zehmet bû ji hêla madî ve. Germava me hebû lê ji ber ku ne paqij bû me nikarîbû biçinê. Niha bi derfetên xwe me birk çêkirin. Bêyî ku em hewceyî dewletê bibin me bi xwe çêkir.’’