Li Brezilyayê petrola ku berbelav bûyî nayê paqijkirin

Hate gotin li Brezîlyayê petrola ku li nêzî peravê li 2 hezar km berbelav bûyî nikare were paqijkirin, Neteweyên Yekbûyî (NY) bang kir ku bi lezginî tevdîr werin girtin.

Li Brezilyayê petrola ku li qadeke berfireh berbelav bûyî nayê paqijkirin
Hate gotin li Brezîlyayê petrola ku li nêzî peravê li 2 hezar km berbelav bûyî nikare were paqijkirin, Neteweyên Yekbûyî (NY) bang kir ku bi lezginî tevdîr werin girtin.
BREZÎLYA

Li Brezîlyayê ku nîvê Emerîkaya Başûr pêk tîne, van 2 salên dawî li peravên eyaletên bakur petrola ku diherike hê kana wê nehate tespîtkirin. Van 2 mehên dawî petrol li qadeke berfireh a bi qasî 2 hezar km berbelav bûye û tê gotin ev ziyaneke mezin dide deryaya li herêmê û eko-sîstemê.

Hate ragihandin heta niha ji hezar tonî zêdetir petrol dikare li okyanûsa Atlantîkê were komkirin, ziyaneke mezin gihaye aboriya eyaleta Rojhilatê Bakur, ku ji bo turîzmê kaneke girîng e.

NY'YÊ TEKLÎFA HEVKARIYÊ DA

NY'yê bi daxuyaniyekê ragihand ji ber petrola ku 1 ji 4'an a perava  Okyanûsa Atlantîk a bi berfirehiya 7 km lewitandî ew fikaran dikin. Bûroya Brezilyayê ya NY'yê diyar kir lewitîna ji ber petrolê ziyaneke mezin dide derdorê û zindiyên li herêmê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo paqijkirina petrolê gelek kes bi dildarî dixebitin, divê ev kes bi ekîpmana ewlehiyê ya hewce werin destekkirin û hate gotin ji bo kana petrola li peravê were tespîtkirin otorîteyên xwecih hazir in ku bi civaka sivîl re hevkariyê bikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Brezilyayê  Fernando Azevedo de Sîlva got ew nizanin bê ka di çi qas demê de petrolê paqij bikin û diyar kir heta ji dest wan tê ew ê hewl bidin ku ziyanê kêm bikin.