Krîza li Îranê herî zêde bandora xwe li Rojhilatê Kurdistanê dike

Krîza aborî ya li Îranê herî zêde bandora xwe li Rojhilatê Kurdistanê dike. Li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê cihên ku pêlavên Hawraman dilhilberîne yek bi yek têne girtin û bi hezaran kes bê kar mane.

Yek ji bajarên ku herî zêde krîza aborî ya li Îranê bandora xwe lê dike bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdsitanê ye. Li bajêr cihên ku pêlavên Hawreman tên çêkirin yek bi yek tên girtin û ev jî dibe sedem ku bi hezaran kes bê kar bimînin.

Li Merîwanê sedemên girtina fabrîqeyek biçûk yên pêlavan, bilindbûna alavên ku ji bo çêkirina pêlavan tên bikaranîn, koçberbûna xebatkaran û firotina kêm ya pêlavan tê nîşandan.

Pêlavên ku li Merîwanê tên çêkirin serî de li Başûrê Kurdistanê û ji derveyî welat re têne şandin.

Tê diyar kirin ku li fabrîqeyên li Merîwan û Sineyê nêzî 30 hezar kes kar dikin. Hate diyar kirin ku ev hejmar nivî bûye.