Dorpêç û ambargoya PDK’ê di roja 66’an de ye

Xelkê Mexmûrê yê ev 66 roj in di bin dorpêç û ambargoya asayîşa PDK’ê û rêveberiya wê de ne. Li aliyê din berxwedana Dayikên Aşitiyê yên Mexmûr a li dijî ambargo û dorpêçê di roja 21’an de didome.

Piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberên wê ambargoyeke ya hatin û çûnê li welatiyên Mexmûrê hate danîn û ji wê rojê û şûnde rêya çûna Hewlêr, li nexweş, karker û sivîlan hate girtin.

Tevî hemû hewldananên Meclîsa Gel a Demokratîk û Saziya Têkiliyên Karê Derve ya Wargehê heta niha ti bersivek erênî ji aliyê rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê ve nehatiye dayîn.

Li aliyê din ji bo rakirina vê dorpêç û ambargoyê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 21 roj in li benda kontrolê ya PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin.

Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bersivek nedaye dayikan. Tevî hemû astengiyan jî dayik çalakiya xwe didomînin. Dayikên Aşitiyê diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk neyê ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Hêzên asayîşê yên li benda kontrolê destûr nadin ku kesek serdana dayikan bikin û li gel dayikan hevdîtinê pêk bînin.

Dayikên Aşitiyê ku bi rojane li benda kontrolê di çalakiyê de ne gelek caran pêşmergeyan êrîşî wan kirin û heqaret li wan dikin.