Dora pirtûkxaneyê ye

Komeleya Bajêr a Destûbira a Frankfûrt-Kobanê û Weqfa Jinên Azad a Rojava ku bi hev re sêwîxaneya zarokan a ''Keskesor a Alan'' ava kiribûn, niha jî armanc dikin ku pirtûkxaneyê ava bikin.

Saziyên Elman ku ji bo avakirina sêwîxaneya ''Keskesor a Alan'' a Kobanê destekek girîng dabûn, niha jî dixwazin li Kobanê pirtûkxaneyê ava bikin.

Di salvegera çaran a 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de, li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê şeveke 'Hevgirtina Kobanê' pêk hat. Di şevê de, ku li Şanoya Gallûsê pêk hatibû, ji Frankfûrt, Maînz, Offencbachê û bajarên derdorê gelek aktîvîstên mafê mirovavn ên Elman, nûnerên saziyan û akademîsten hazir bûn. Şev ji hêla Städtefreundschaft Frankfurt, Kobanê ,Entwicklungspolitisches Netzerwerk Hessen, Dritte Welt Haus, Haus der Kulturen  ve hate organîzekirin û ên ku ji 2014'an ve li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.

Di bernameyê de destpêkê ji Komeleya Destûbira ya Frankfûrt-Kobanê Martîn Kannengîesser axivî. Kannegîesser got ji bo destekê bidine avakirina siyasî û madî ya Kobanê ev 2 sal in xebatan dikin, diyar kir ku şoreşa Rojava û raperîna gelan karîgerî li civaka Elman jî kiriye û ew anîn cem hev. Her wiha got heta niha wan gelek bername çêkirin, bi giştî 100 hezar Euro berhev kirine, li gel Weqfa Jina Azad a Rojava li krêzên zarokan, navendên tenduristiyê yê jinan, li perwerdehiyên tenduristiyê bi hevkarî dixebitin.

HEDEFA NÛ PIRTÛKXANE YE

Kannegîesser got ji bo xebatên sponsoriyê yên ji bo Kobanê li Frankfûrtê bi saziyên xwecih re hevdîtin kirine û li ser projeyên nû dixebitin. Kannegîiesser got li Frankfûrtê bi Mala Pirtûkan a bi navê ''Land în Sîcht'ê xebatên hevpar dikin û got, ''Ew dixwazin li Kobanê pirtûkxaneyekê ava bikin.''

HÛN JÎ XWEDÎ LI KOBANÊ DERKEVIN

Kannegîesser got xwedîderketina li Kobanê girîng e û got: ''Ji bo me girîng e ku em li berxwedana Kobanê xwedî derkevin û tim di bîra me de be. Ji bo vê jî herr sal Roja Cîhanê ya Kobanê bi bernameyên cuda em ê bi bîr bînin, em ê li rojevê vihêlin. Em li benda destek û xwedîderketina we ne.''

BERIYA ŞOREŞÊ MALÊN ÇANDÊ AVA BÛN

Bi berçoweya bernameyê panêlek çêbû. Di panêlê de Nûnerê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê yê Elmanya Ibrahîm Murad axivî. Murad li ser destpêka şoreşê got, wan pêşî malên çandê ava kirine. Murad wiha axivî: ''Destpêkê kesî fêhm nekir bê ka çima gava pêşî malên çanddê ne. Goitn, ''Çima hûn beriya ku rejîmê tine bikin pêşî malên çandê ava dikin''. Şoreşek heke ne li ser çandeke xurt be nikare li ser piyan bimîne. Ji bo vê jî pir girîng e ku çanda gelan bidin jiyîn û veguhezînin siberojê.''

Murad derbarê pergala perwerdehiyê jî got, ''Li Rojavav pirtûkxaneyên mobîl hene, ji bo xwendinê teşwîq bikin, li her bajar û gundan malên çandê hene, perwerdehiyên bi qadên cuda hene û bi gelek dibistanan em  destekê didine perwerdehiyê. Zarokên keç û kur bi hev re pewerde dibin, zarok ji polsa pêşî heta ya 3'yan bi zimanê xwe perwerde dibin, piştî pola 4'an zimanê perwerdehiyê bi xwe hildibijêre. Perwerdehî siberoja Rojava ye.''

ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINAN E

Murad herî dawî got Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, bi pêşengiya jinan li Rojava jiyaneke azad û wekhev tê avakirin.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka