Şêx Seîd û hevalên wî li Bremenê hatin bîranîn

Şêx Seîd û hevalên wî li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Bîranî ji aliyê Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê, li Mizgefa Bedîuzzeman Saîdî Kurdî hate lidarxistin. Li ser navê rêveberiya mizgeftê Muhyettî Boztîmûr beşdar silav kir.

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Yûsûf Serhat Bûcak jî li ser raperîna Şêx Seîd agahî da û got, "Nebûna hişmendî û yekîtiya neteweyî, sedema herî mezin a serneketina raperînê ye." Bûcak destnîşan kir, ku pirsgirêka yekîtiya neteweyî hê heye û ev yek ji bo Kurdistan û gelê Kurd xeteriyeke mezin e.

'KOMKUJÎ JÎ, BERXWEDAN JÎ DEWAM DIKIN'

Parlamenterê HDP'ê Nîmetûllah Erdogmûş jî diyar kir, Şêx Seîd di nava şert û mercên roja îro de şoreşgerekî neteweyî ye. Erdogmûş ragihand, komkujiyên li dijî gelê Kurd bi destê AKP'ê dewam dikin.

Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy jî ku ji ber xebatên partiyê nekarî tevlî bîranînê bibe, mesajek şand. Ozsoy anî ziman, AKP û Erdogan mîna rejîma Kemalîst, tevî hemû hewldanan jî cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nîşan nedaye.

Ozsoy got, "Kurd êdî ne Kurdên berê ne; zarokên gelê Kurd ên ku serî li Şêx Seîd û hevalên wî berjêr nekirin, ji Helebce, Kobanê, Efrîn, Kerkûk, Amed û heta Dersîmê berxwedana rûmetê dimeşînin."

Ozan Comert, Ozan Canê û Koma Qesîde ya Zarokan a Mizgefa Seîdê Kurdî hunera xwe pêşkêş kirin.