Zimanê Kurdî û Pir-zimanî di mihrîcana Frensî de ne

Zimanê Kurdî û Pir-zimanî di mihrîcana Frensî de ne

Di çarçoveyahevkariya çandî ya di navbera navçeya Sûrê ya Amedê û bajarê Thionville ya Franseyê de ji bo zimanê Kurdî û pirzimaniyê in çalakî tên lidarxistin. Dê ji Kurdistanê ji şaredariyên Sûra Amedê û Norşîna Bedlîsê heyet tevlî mirhîcana bi navê Sînor û Zimanan a ku li bajarê Thiovilleyê tê lidarxistin bibin.

Di şandeya ji Kurdistanê hat de Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Şaredarê Norşîna Bedlîsê Mehmet Emîn Ozkan û Alîkarê Şaredarê Sûrê Mehmet Alî Altinkaynak cih girtin.

Ji bo bi dehan zimanên deverên cûda yên cîhanê, bi sedan konferans û hevpeyvînên bi beşdariya gelek zimanzan, rêveberên herêmî pêk hatin. Axaftina vekirinê ji aliyê Şaredarê Thionville Bertrand Mertz,  ve hate kirin. Şaredarê Frensî da zanîn ku ev mihrîcana sêyemîn e li dar dixin û got ku ew bi beşdarbûna zimanê urdî keyfxweş in.

Mentz  diyar kir ku ew dixwazin têkiliyên çandî yên di navbera şaredariyan de xurttir bikin û spasiya xwe pêşkêşê Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş kir. Pişt Mentz, Demîrbaş jî axaftinek kir û ji bo danasandina zimanê Kurdî spasiya Şaredariya Thionvilleyê kir. Demîrbaş da zanîn ku Kurd di nava bêrîkirina aşitî, biratî û azadiyê de dijîn û got ku cîhanek  e pirçandî û pirzimanî bi vî awayî pêk ane. Demîrbaş jî xwest ku hevkariya di navbera şaredariyan de were xurtkirin û ji bo vê yekê xwest hevdîtina piştî vê li Amedê pêk bê.

JI BO KURDÎ Û PIRZIMANIYÊ ÇALAKÎ TÊN LIDARXISTIN

Hevkariya di navbera şaredariya Thionville ya ku li ser sînorê Luksemburgê ye û Şaredariya Sûra Amedê de ev nêzî salekê ye didome.  Mihrîcana Sînor û Zimanan du dest pê kir. Di çarçoveya mihrîcanê de gelek çalakiyên bi Kurdî, bi zimanên Efrîkayê, Japonî, Almanî, Yewnanî û zimanên din ên cîhanê tên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de  îro dê zimanzan û endamê hîndekariyê Salih Akin ê ku li Franseyê dijî û Alîkarê Şaredarê Sûrê Mehmet Alî Altinkaynak li ser mijara “Pêşketina zimanê Kurdîdi salên dawî de û Şaredariya bi Pirzimanî” axaftin bikin.  Her wiha, dê piştî belgefilma bi navê “Dahatû dirêj e” ya derhêner Ozcan Alper li Amedê çêkiriye bê nîşandan û piştre Demîrbaş dê bi beşdarên Fransî re civînek çêbike. Dîsa dê sibê bi moderatoriya Michel Foucher konferansek  li ser pirzimaniya li Amedê bê lidarxistin.