Zexta li ser sirûştê wê geşedana mirovî sînordar bike

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, heke tevdîr neyên standin zexta giran a germbûna global a li ser cîhanê wê geşedana mirovî bi rengekî ku rawestîne, asteng bike.

Bernameya Rabûn û Geşedanê ya Neteweyên Yekbûyî (PNUD) rapora rabûn û geşedana mirovî weşand, cara pêşî bal kişande ser karbondîoksîta ku tê berdan û kartêkeriya mezaxtinê.

Di raporên PNUD'ê de ku beriya niha bal dikişande ser tendiristiya camwerî, asta perwerde û jiyanê ya welatan vê carê bal kişande ser tesîra neçê ya karbondîoksîta ku tê berdan, a ku dibe sedema germbûna global.

Li gorî vê Luksembûrg, Sîngapûr, Yekîtiya Mîrektiyên Ereb (YME), Ewûstralya an jî DYE'yê ku heta niha weke welatên xwedî asta bilind a geşbûnê ne, dihatin zanîn, asta wan ketiye. Ji ber ku li ev welat pir girêdayî enerjiyên weke petrol û fosîlê ne ku pir zêde girêdayî karbondîoksîtê ne.

Li gorî raporê li welatên weke Kosta Rîka, Moldavya an jî Panamayê di asta geşedana mirovî de bi pêş ve gav avêtine. Lê di raporê de tê diyarkirin li gelek wealtan ku geşedana mirovî zêde ye, geşedan bi rêjeyeke zêde girêdayî zêdebûna gemarîbûnê ye ku ev dibe sedema germbûna global.

Di raporê de her wiha zêdebûna nifûs û mezaxtinê hate destnîşankirin û hate gotin ev li ser hawîrdorê zexteke zêde çêdike.