Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku êrîşa li dijî Kobanê hewldana tolhildanê ye, ji êrîşê hikûmeta AKP'ê berpirsyar girt û nirxandina “Heke ev qetlîam bi piştgiriya we pêk nehatibe vê îspat bikin” kir. Yuksekdag destnîşan kir ku hikûmeta ku ji cîrantiya DAIŞ’ê aciz nabe, nerazîbûna xwe ya li hemberî azadkirina Girê Spî nîşan dide jî derdixe holê ku êrîş ji aliyê kê ve û çima pêk hatiye.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li navenda partiya xwe di daxuyaniya çapemeniyê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê nirxand. Yuksekdag got ku êrîş nemirovî ye û wiha got: “Di saetên paşîvê de dema ku mirov îbadetê dikin, çeteyên ku îdîa dikin li ser navê Îslam, ol tevdigerin Misilman qetil kirin. Van çeteyan ji Misilmanî, ol nesîbê xwe negirtine.” Yuksekdag destnîşan kir ku yên qetlîameke wisa bikin ancax çeteyên ji mirovahiyê nesîbê xwe negirtinê dikarin bikin, bi vê êrîşê re rastiyeke din a Tirkiyeyê derketiye holê. Yuksekdag diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên li Hesekê û Kobanê qetlîam pêk anîn di vê pêvajoyê de her tim ji Tirkiyeyê piştgirî girtin û wiha axivî: “Îro ev çeteyên ku 50 kes qetil kirin ji Tirkiyeyê piştgiriyê digire, Tirkiye xwedî li wan derdikeve. Ne tenê piştgiriya lojîstîk di heman demê de di warê operasyonan de jî piştgiriyê digirin.” Yuksekdag bal kişand ser serketina ku HDP li Tirkiyeyê, YPG’ê j îli Rojava bi dest xistiye jî û ev qetlîam wekî hewldana “tolhildanê” bi nav kir.
Yuksekdag derbirî ku di demên dawî de ji ber ku DAIŞ’ê têkçûna xwe ya li hemberî YPG’ê hezm nekiriye serî li van tiştan dide û ev yek tê fêmkirin û nirxandina “Tirkiye jî li hemberî vê serketina YPG û YPJ’ê aciz bû. Hikûmet acizbûna xwe ya korîdoreke hêzên YPG û YPJ’ê herêm ji çeteyan paqij kirin û ava kirin bi gotinên xwe ve anî ziman, bi helwesta xwe nîşan da. Hikûmet bi cîranbûna DAIŞ’ê re aciz nebû, dema ku li Kobanê êrîş pêk hatin gotinên wê bikeve bi kar anî û wekî roj hejmart, piştî ku YPG’ê herêm ji DAIŞ’ê paqij kir vê carê aciz bû. Ev bi tena serê xwe jî nîşan dide ku qetlîam ji aliyê kê ve pêk hatiye. Tiştekî din jî ne hewceye mirov îspat bike. Heta niha çawa piştgiriyê dide DAIŞ’ê gelek caran bi belge derketin holê. Êdî em ne mecbur in îdîaya xwe îspat bikin” kir.
Yuksekdag bi gotinên "Heke ev komkujî bi piştevaniya we nehatibe kirin vê yekê şênber bikin û îsbat bikin" bang li hikûmetê kir û wiha axivî: "Heke îdîayên heya îro me parastin derbasdar in" Yuksekdag anî ziman ku du wesayîtên bombebarkirî li nêzî Deriyê Sînor ê Murştîpinarê êrîş pêk anîn îxtîmala çeteyên ketin Tirkiyeyê û ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş pêk anîn nîşan dide. Yuksekdag diyar kir ku li sînorê Tirkiyeyê li hemberî Rojava pirsgirêkeke ewlehiyê heye û ji ber vê yekê bi sedan welatiyan bi mehan li sînor nobet girtin û wiha got: "Li wê xetê dewlet hê bi DAIŞ'ê re dixebite. Li wî sînorê bi mehan me nobet girtin û em ê îro jî nobetê bigirin. Li Tirkiyeyê yên li hemberî serketina HDP'ê û YPG'ê tehemûlê nîşan nadin divê êdî hînî vê yêk bibin. Em li Rojava jî û li vir jî tu gavekê paşde navêjin. Gelên Tirkiyeyê ketine korîdora guherînê." Yuksekdag sersaxî li gelê Kurd û dostên wan da û wiha axivî: "Ev êrîş û şîn ti caran me bihêz nake." Yuksekdag bang li hemberî gelên Tirkiyeyê kir ku bi gelên Rojava re di nava piştevaniyê de cih bigirin.
Yuksekdag bilêv kir ku Tirkiye hê piştgiriyê dide DAIŞ'ê û bi dehan dîmen û wêneyên çeteyên DAIŞ'ê bi rehetî sînor derbas dikin hene. Yuksekdag destnîşan kir ku agahiya li Rojava 50 kes hatine qetilkirin girtin lê ev agahiyekî hatiye teyîtkirin nîn e. Yuksekdag bal kişand ser birîndarên anîn Pirsûsê û bang li hemû kesên dixwazin xwînê bidin biçin herêmê kir. Yuksekdag xwest ku welatî careke din biçin sînor û wê pêşeniya înîsiyatîfekî sivîl biçe sînor bikin.