YPG’yiyên Swedî û DYA’yî: YPG ji bo mirovatiyê şer dike
Jesper Soder ê Swedî û Jordan Matson ê DYA’yî yên di nav refên YPG’ê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirin diyar kirin ku yekane hêza li hember çeteyên DAIŞ’ê bi biryar şer dike YPG ye.
Jesper Soder ê Swedî û Jordan Matson ê DYA’yî yên di nav refên YPG’ê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirin diyar kirin ku yekane hêza li hember çeteyên DAIŞ’ê bi biryar şer dike YPG ye.
Jesper Soder ê Swedî û Jordan Matson ê DYA’yî yên di nav refên YPG’ê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirin diyar kirin ku yekane hêza ku li hember çeteyên DAIŞ’ê bi biryar şer dike YPG ye.
Jesper Soder, diyar kir ku ji ber bawer kiriye ku pêwîst e li hemberî komkujiyên derveyî mirovatiyê yên çeteyên DAIŞ’ê divê têkoşîneke rastî bê pêşxistin û ji bo ya vê bike jî tenê YPG ye berî niha bi du mehan çûye Rojava û li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye.
Soder got: “Di nav wê demê de min bi wan re nan xwar, li rex wan razam û min li rex wan şer kir. Min Kurd, Ereb û Suryanî nas kirin. Di jiyana xwe de cara yekemîn e min mirovên wiha germ nas kirin. Biyaniyekî wekî min weke ferdekî malbatê pêşwazî kirin. Her tiştên xwe bi min re parve kirin.”
Jesper Soder li ser pirsa ku PKK ji aliyê DYA, Tirkiye û YE ve wek rêxistina terorê hatiye morkirin got: “Ez ne kesekî polîtîk im. Di encama hewldanên Tirkiyeyê de bi sûcdariyên derveyî rastiyan PKK wek rêxistina terora hat îlankirin. Sûcdariyên li hember PKK’ê rastiyan nîşan nade. Li çiyê min PKK’yî dîtin. Li rex wan min şer kir. Min bi wan re xwarin xwar. Eger ew terorîst bin ez jî navbeynkar im ê kulîlk radestî wan kiriye.” Ev axaftina Soder bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Jordan Matson ê DYA ‘yî jî diyar kir ku sala 2013’an tevlî nav refê YPG’ê bûye. Matson got ku komkujî û qirkirina çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Êzidiyan pêk anî di tevlîbûna wî ya nav refên YPG’ê de diyarker bû.
Matson anî ziman ku berê li Afganîstanê jî tevlî şer bûye û diyar kir ku di jiyana xwe de li Şengalê tevlî şerê dijwar bûye û wiha dewam kir: “YPG li Sûriyeyê yekane rêxistina mirovî û laîk e. Li Rojava sîstemeke ku tevayî gel; Kurd, Ereb, Suryanî, Êzidî û Tirkman tevlî bibin hat avakirin. Ev gel bi hev re qedera xwe tayîn dikin.”
Matson, diyar kir ku nêzîkatiya PYD û YPG’ê ya li hember pirsgirêka jinan jî ew pir bandor kiriye û axaftina xwe wiha domand:
“DAIŞ ku jinan dike kole, li Rojava jin bi mêran re xwedî heman mafan in. Çek di dest wan de mîna mêran welatê xwe li hember dagirkeran bi biryar diparêzin.”
Çapemeniyê eleqeyeke zêde nîşanî civînê da. Nûçeyên têkildarî civîna çapemeniyê û roportajên bi Soder û Matson re hema hema di tevayî medyaya Swêd de cih girt.