Xelkê Mexmûrê berxwedanê didomîne: Iraq hewl dide bîra avê ya wargehê bigire

Xelkê Mexmûrê berxwedana xwe ya li dijî dorpêça li ser wargehê di roja 10’emîn de didomîne. Leşkerên Iraqê hewl dide bîra avê ya wargehê desteser bike û avê li ser wargehê qut bike.

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û kuleyan dane. Ji roja destpêkê heya niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.

Xelkê wargehê 10 roj in şev û roj di nava berxwedanê dene, 10 roj in Leşkerên Iraqê bi israre û her roj hewl dide derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Tevî di hemû hevdîtinan de Iraqê soz da ku ewê dora wargehê têl nekin, lê her roja diçe isrartir dibin.

Bi taybet leşkerên Iraqê dixwazin ava wargehê qut bikin, ji bo vê duh jî hewl dan dora bîra avê ya wargehê bigrin û desteser bikin. Carek din şêniyên wargehê li ber vê rawestiyan û nehiştin ava wan were qutkirin. Leşkerên Iraqê bi taybet berê xwe dide bîra avê û dixwaze avê bi temamî li ser xelkê wargehê qut bike.

Berxwedana xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê 10 roj in bê navber didome.