Xebatkarên tenduristiyê serî rakirin
Xebatkarên tendûrîstiyê li tevahiya Tirkiyeyê li hemberî êrîşa çekdarî ya li dijî Op. Dr. Kamîl Furtun ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da, dest ji kar berdan.
Xebatkarên tendûrîstiyê li tevahiya Tirkiyeyê li hemberî êrîşa çekdarî ya li dijî Op. Dr. Kamîl Furtun ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da, dest ji kar berdan.
Xebatkarên tendûrîstiyê li tevahiya Tirkiyeyê li hemberî êrîşa çekdarî ya li dijî Op. Dr. Kamîl Furtun ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê pêk hatî û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da, dest ji kar berdan û li gelek navendan meş û daxuyanî li dar xistin. Xebatkaran çelengên reş danîn ber midûriyetên tendûrîstiyê yên bajar. Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê Beyazid Îlhan diyar kir ku cînayeta pêk hatî di encama polîtîkayên AKP'ê pêk hat.
ENQERE
Endamên TTB û SES'ê qetilkirina Dr. Ufûk Kamîl Furtun şermezar bikin û balê bikişînin li ser şîdeta ku di demên dawî de li dijî kedkarên tenduristiyê zêde bûye li ber Nexweşxaneya Nûmûneyê ya Enqereyê hatin cem hev. Bi hezaran kedkarên tenduristiyê yên ku li ber Nexweşxaneya Nûmûnê yê hatin cem hev pankarta, "Êdî bes e bila ev kuştin bi dawî bibin. Em di şînê de ne" vekirin û heta ber WezeretaTenduristiyê meşiyan. Kedkarên tenduristiyê ku dema dest bi meşê kirin rastî astengiya polîsan hatin û di nav kedkarên tenduristiyê û polîsan ve pevçûn çê bû. Kedkaran li dijî provakasyonê polîsan guh nedan û dest bi meşê kirin. Kedkaran di meşê de dirûşmeyên"Wezîr îstîfa" û "Ev dest pêk e têkoşîn didome" berz kirin.
Kedkarên tenduristiyê ku heta ber Wezerata Tenduristiyê meşiyan li vir xwestin daxuyanî bidin lê Sendîkaya Tirk Saglik-Sen a ku wekî alîgirê Hikûmeta AKP'ê tê zanîn ji kedkaran astengî derxistin. Tirk Saglik-Sen bi gotina "Wê daxuyaniya ku me amadekiriye bê xwendin" nehişte ku daxuyaniya TTB û SES bê xwendin. Ji ber astengiyê di nav TTB û Tirk Saglik- Sen nîqaş derket.
Piştî pevçûnê Serokê Şaxa TTB a Enqere yê Çetîn Altansoy daxuyanî xwend û balkişand li ser nêzîkatiya Hikûmeta AKP a dendûristiyê û wiha got: "Ji ber polîtîkayên Hikûmeta AKP’ê ya tenduristiyê kedkarên tendûrîstiyê yek bi yek tên kuştin."
Altansoy diyar kir ku gava ku wan xwestine der barê pirsgirêkên tenduristiyê ve bi Wezaretê re biaxivin lê Wezîrê Tendûristî yê bersiva, "Ez ji bo hilbijartinê li Bûrsa yê me dixwazin werin vir em li vir biaxivin" daye wan û wekî ku henekê xwe bi wan kiriye.
Piştî daxuyaniya kedkarên tenduristiyê ku bi pêşmalka xwe tevlî çalakîyê bûn. Bi dirûşmeya "Kûjer dewlet wê hesab bide" belav bûn.
AGIRÎ
Endamên SES'ê yên Agiriyê jî bi heman armancê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Odeya Tabîbên Agiriyê Ulaş Yilmaz daxuyanî xwend û diyar kir ku ew gelek bi êrîş in û ligel hemû hişyariyan tu tedbîr nehatin girtin. Piştî daxuyaniyê çelenga reş danîn ber Midûriyeta Tendûrîstiyê ya Bajar.
WAN
Endamên Odeya Tabîbên Wan-Colemêrgê û Şaxa SES'ê ya Wanê jî bi heman armancê li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em di şînê de ne em şîdetya di tendûrîstiyê de şermezar dikin" hate vekirin. Endamê Odeya Tabîbên Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz daxuyanî xwend û diyar kir ku berpirsiyarê vê cînayetê qasî qatil kesên teşeron anîn nexweşxaneyan e. Li navçeya Bêgirê jî çalakî bi heman armancê pêk hat.
AYDIN
Kedkarên tendûrîstiyê yên Aydinê jî li ber Nexweşxnaeya Dewletê ya Aydinê daxuyanî dan çapemeniyê û pişt re ber bi Midûriyata Tendûrîstiyê ya Aydinê ve meşiyan. Piştî re çelenga reş danîn ber midûriyetê.
ÎZMÎR
Rêxistinên tendûrîstiyê jî bi heman armancê meş li dar xistin. Kedkarên tendûrîstiyê yên li Qada Basmaneyê hatin cem hev bi pankarta "Em şîdeta li hemberî hekîman şermezar dikin" meşiyan. Di meşê de wêneyên Furtun hatin hilgirtin û çûn ber Midûriya Tendûrîstiyê ya Bajar. Nazmetê HDP'ê yê Îzmîrê Zekî Gul û Namzetê CHP'ê yê Îzmîrê Alaattîn Yuksel jî tevlî meşê bûn. Piştî meşê Serokê Odeya Tabîbên Îzmîrê Dr. Suat Kapntaner daxuyanî xwend û diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê ji bo Furtun nimêjên cenaze yên giyabî pêk tên û çalakiyên şermezarkirinê pêk tên. Namzetê CHP'ê Alaattîn Yuksel jî axaftine kir û got ku biryar walîtiyê ya meş asteng kir nayê qebûlkirin. Seroka Şaxa SES'ê ya Îzmîrê Rukiye Çakir jî diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP'ê kedkarên tendûrîstiyê tên qetilkirin.
Piştî daxuyaniyê çelenga reş danîn ber Midûriyeta Tendûrîstiyê.
AMED
Kedkarên tendûrîstiyê yên Amedê jî bi heman armancê ji Qada Şêx Saîd ber bi Midûriyeta Tendûristiyê ve meşiyan. Di meşê de kedkaran onlukên xwe yên sipî li xwe kir. Kedkaran çelenga reş danîn ber Midûriyeta Tendûrîstiya bajar. Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê Selma Atabey diyar kir ku tenê qetil na yên tedbîr negirtin jî berpirsiyarê vê cînayetê ne. Li navçeyên Erxanî û Bîsmîlê jî bi heman armancê meş û daxuyanî li dar xistin.
ŞIRNEX
Kedkarên tendûrîstiyê yên Şirnexê jî bi heman armancê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê çalakî li dar xistin. Endamê Şaxa SES'ê yê Şirnexê Opr. Dr. Halîl Olgun Peker daxuyanî xwend û bûyer şermezar kir.
Xebatkarên tendûrîstiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê çalakî li dar xistin. Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Op Dr. Mehmet Hîdayettullah Erzen daxuyanî xwend û êrîş şermezar kir. Li navçeya Qilebanê jî bi heman armancê çalakî pêk hat.
ÊLIH
Xebatkarên tendûrîstiyê yên Êlihê jî li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê çalakî li dar xistin. Serokê Şaxa SES'ê yê Êlihê Mustafa Yurtsever daxuyanî xwend û bertek nîşanî Wezareta Tendûristiyê ya li hemberî bûyerê 15 deqe çalakî li dar xistin da.
SÊRT
Karkerên tendûrîstiyê yên Sêrtê jî bi heman armancê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevkê Odeya Tabîbên Sêrtê Abdulkahir Yildiz daxuyanî xwend û bûyer şermezar kir.
MÊRDÎN
Li Mêrdîn û navçeyên wê jî kedkarên tendûrîstiyê bi heman armancê çalakî li dar xistin. Serokê Odeya Tabîbên Mêrdînê Kamuran Yildirim daxuyanî xwen û diyar kir ku her roj li qada tendûrîstiyê şîdet zêde dibe.
DÊRSIM
Endamên Şaxa SES'ê yên Dêrsîmê jî bi heman armancê li Kolana Hunerê hatin cem hev û ber bi Midûriyeta Tendûrîstiyê ve meşiyan. Di çalakiyê de durişmeyên têkildarî mijarê de berz kirin.
EDENE
Kedkarên tendûrîstiyê yên Edeneyê jî bi heman armancê çalakî li dar xistin. Kedkarên tendûrîstiyê li ber Nexweşxaneya Dr. Aşkim Tufekçî ya Dewlertê çalakî li dar xistin. Li ser navê kedkarên tendûrîstiyê Opr. Dr. Hîlal Nacar daxuyanî xwend û diyar kir ku hevalê wan Furtun bi hovîtî hate qetilkirin û ew vê yêkê şermezar dikin.
MÊRSÎN
Xebatkarên tendûrstiyê yên Mêrsînê jî li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê hatin cem hev û çalakî li dar xistin.
STENBOL
Li Stenbolê jî bi heman armancê kedkarên tendûrîstiyê li ber Nexweşxaneya Tipê ya Çapayê hatin cem hev û ber bi Midûriyeta Tendûrîstiyê ve meşiyan. Namzetên HDP û CHP'ê jî tevlî meşê bûn. Li ber midûriyetê daxuyanî hat dayîn. Seroka Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Fadîme Kanat daxuyanî xwend û diyar kir ku ew li her aliyê welat çalakiyê li dar dixin.