Wanê dikin bajarekî betonê

Jiyana taxan a li Wanê, van salên dawî piştî projeyên vegûherandinê yên bajêr û dagirkirina çêke-bifiroşe, ber bi tinebûnê ve diçe.

Wan hema bêje piranî hatiye betonkirin û bûye qada ticaretê, çanda taxan êdî li qûncikên bajar mane.

Taxên Îskele, Cevdet Paşa, Alî Paşa û Yali yên Wanê ku demekê bi şînkahiya xwe dihatin zanîn, hema bêje li hemû taxan êdî mirov bi giranî vegûherandine qadên ticaretê. Malên ku tenûr û baxçeyên wan hebûn jî bi temamî ji holê rabûn.

Serokê Komeleya Derdor Alî Kalçik got ku piştî erdheja 2011’an bi xwezaya wê ve, bi qeyûman êrîşî dîrok, çand û hema bêje hemû nirxên wê kirin. Kalçik diyar kir ku gel li taxan xwedî seknek berxwedêr û polîtîk e, desthilatê ne rihet dikin û destnîşan kir ku ka çawe li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê kirin xwestin ku bi heman şêweyî li Wanê jî pêk bînin. Kalçik anî ziman kir ku bi van pêkanînên xwe yên salên dawî xwestine bi bilokên beton bi milyonan kesan zindanî bikin û daxuyakirin ku jiyana taxan bi dawiyek bi dram re rû bi rû ye.

Kalçik got ku Wan a ku xwedî malên dîrokî û bi şînkayî, niha tenê bûye cihê rijandina betonê û got:: “Niha li Wanê ne em dibin bajêr ne jî em weke gund dimînin. Gelek sîteyên bi betonê hatin çêkirin. Bû kombûna avahiyên kirêt. Me malên ku yek qat û bi baxçe dianî ziman lê niha em qala 2 hezar axurên ku di nava bajêr de cih bûne dikin.”