TZP-Kurdistan Şaxê Ewropayê li Brukselê civiya

TZP-Kurdistan Şaxê Ewropayê li Brukselê civiya

Mamosteyên Kurd, nivîskar û nûnerên hin saziyên li ser ziman dixebitin, xebatên perwerdeya Kurdî yên li Ewropayê nirxandin. 

Meclîsa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdistanê Şaxê Ewropayê li bajarê Brukselê civîna xwe ya yekemîn di 30'ê Mijdarê de li paytexta Belçîka Brukselê lidar xist

Di civîna li studyoyên Stêrk TV yên li bajarokê Denderleeuwê de li dora 40 nûner ji saziyên neteweyî; saziyên mîna KNK, Instîtûta Kurdî li Elmanya, Yekîtiya Mamostên Kurd, Enstîtûya Kurdî li Brukselê, endam û mamosteyên perwerdeya bi zimanê kurdî ji Swîsrê, rojnamevan, nivîskar û bernameçêker ji medya dîtbar (Stêrk TV, Ronahî TV, Med Nûçe), ji Radyoya Dengê Kurdistanê, beşek ji endamên Civata Ziman amade bûn.

Di civînê de mijarên; Pirgirêka Ziman û Perwerdeyê li Ewropayê, rewşa heyî (li Almanya, Swîsre, Swêd û hwd.), rewşa Zimanê Kurdî di sazî û rêxistinan de, rewşa Zimanê Kurdî di medya û çapameniyê de, rewşa Pergala Ziman û Perwerdeya Demokratîk, proje û pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêkên ziman û perwerdeyê hatin nirxandin.

Di civînê de piştî xwendina encamnameya Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdistanê rewşa ziman û perwerdeya kurdî li diyasporayê û bi taybetî li Elmanya, Swîsre, Siwêd bi berfirehî hate nîqaşkirin û di encamê de mitabeqat û lihevkirinek derket ku xebatên ji bo ziman û perwerdeya kurdî yên bi hemû zaravayên xwe tên kirin, gelekî kêm in. 

Beşdaran bal kişandin ser xemsariya di vî warî de û gotin, "Xwedîderketina li ziman û hezkirina zimanê dayikê lewaz e. Derfetên ku li diyasporayê hene, bi nisbeta pêwist nayin bikaranîn. Kampanya "Nehat Famkirin" bi qasî ku dihat daxwazkirin, hê encam nedaye. Ev yek jî divê berî herkesî siyasetmedar û xebatkarên me, komele, meclîs û saziyên me, Instîtû û mamosteyên me, dê û bav û malbatên kurd bi giştî bide fikirandin û ji bo pêkanîna erkên xwe têxe nav tevgerê."

Her wiha di civînê de bi kêfxweşî pêşwaziya damezrîna Meclîsa Tevgera Ziman û Perwerda Kurdistanê hate kirin û ji aliyê beşdaran ve gelek pêşniyar hatin kirin.

PÊŞNIYARÊN JI BO PARASTIN Û PÊŞVEBIRINA ZIMAN

Çend ji van pêşniyarên derketine holê wiha ne:

1. Amadekirina dersên kurdî bi slaytan
2. Bila di nav bernameya "rojbaş kurdistan"ê de kurte program li ser ziman û hînbûna ziman cih bigirin.
3. Çêkirina/amadekirina bernameyên kurdî(ji aliyê înstuyê ve) ji bo televizyonê. 
4. Divê asîmîlasyon, bi tenê ya ziman neyê dîtin, asîlimilasyona giyanî(ruhî), çandî û hwd. jî were dîtin.
5. Divê di çapemenî û medya kurdî de programên ji bo zimanpêşketinê werin zêdekirin. Her weha programên zarokan û şano werin çêkirin. Çêkirina bernameyên zarokan ji bo televizyonê
6. Divê di vê xebatê de zimanê babiksalarî yê zordariyê were rakirin, zimanê dayikê(jinê) yê wekhevî û aşîtîxwaziyê derkeve pêş.
7. Divê ji bo mamoste zêdebibin perwerde were kirin.
8. Divê li gel perwerdeya zarokan, perwerdeya malbatê/ebeveyînê bi giştî were kirin.
9. Divê perwerdeya zimanê dayikê ya ji bo zarokan di temenê biçûktir de were despêkirin; di salên 3-4 da(dibe ku KREŞ ên bi zimanê kurdî jî hebe).
10. Divê siyaseta ji bo pêşvexistina ziman gelek zelal be û di kiryarî de li pey biryaran cîdî were sekinandin.
11. Ji aliyê her beşdarekî ve nivîsandina çîrokeke kurdî (an jî wergerandina çîrokan)
12. Sazkirin û çalakkirina atolyeya alavên dersan
13. Tomarkirina(Qeydkirina) dersên kurdî yên bo tv
14. Vekirina kampanyayeke fêrbûna çîrokên Kurdî