Turkdogan: Divê Birêz Ocalan karibe bi rêxistina xwe re hevdîtinê bike

Turkdogan diyar kir ku divê hikûmet li gorî daxuyaniya hevpar a bi HDP'ê re da, gavan biavêje û got, "Pêwîste mijarên nava 10 xalan dagirin, bên muzakerekirin. Rêyên têkiliyê yên Birêz Ocalan werin vekirin; karibe bi rêxistina xwe re hevdîtinê bike."

Serokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan, da zanîn ku divê hikûmet li gorî daxuyaniya ku bi HDP’ê re daye gavan bavêje û got: “Divê mijarên ku naveroka 10 xalan tijî dike bên muzakerekirin. Divê kanalên têkiliyê yên bi Birêz Ocalan re bên vekirin, divê karbibe bi rêxistina xwe re hevdîtinê bike.”

Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan daxuyayaniya ku HDP û hikûmeta AKP’ê daye û pêvajoya çareseriyê ji ANF’ê re nirxand.

DEWLETA TIRK NEÇAR MA QEBÛL BIKE

Turkdogan di axaftina xwe de got: “Xwendina deklerasyona Birêz Ocalan ya ji aliyê partiya desthilatdar AKP’ê ya bi HDP’ê re gelek girîng e. Di dîroka dewleta Tirk de mînakek din a wisa tine. Ev di encama têkoşîna demdirêj a tevgera Kurd a di bin Serokatiya Ocalan de derketiye holê. Dewleta Tirk ji bilî qebûlkirina vê rê nedîtiye.”

Turkdogan anî ziman ku Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de dewlet aniye vê astê.

DIVÊ HIKÛMET LI GORÎ DEKLERASYONÊ TEVBIGERE

Turkdogan anî ziman ku pêvajoya ji vir şûn ve girîngtir e û peywirên hikûmetê bibîr xist. Turkdogan wiha pêde çû: “Divê hikûmet li gorî deklerasyonê derbasî muzakereyê bibe.10 xal, sernav û rêgezin. Divê ev mijarên ku hundirê wan bên tijî kirin, bên muzakerekirin. Hikûmet divê peywirên xwe baş bîne cih.  Mafê mirovan nabe mijara bazarê.

SEKRETERYA, HEYET Û DERFETÊN TÊKILIYÊ

Turkdogan bi lêv kir ku divê di nava du hefteyan de sekreteryaya Girava Îmraliyê bê avakirin, heyetên muzakereyan dişopîne bên avakirin û got: “ Teqez divê astengiyên li pêş hevdîtina Ocalan a bi gel û tevgerê re bê rakirin. Bi taybet jî divê zemîna nîqaşkirinê ya bi rexistina xwere bê avakirin. Dîsa divê rojnamger, aqilmend, rêxistinên ked û pîşeyê biçin serdana Ocalan. Divê kanalên têkiliyê vekirî bên hiştin.”