Tuncel: Divê demldest tecrîda li hember Ocalan bê rakirin

Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel di civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê de axivî û diyar kir ku divê demildest tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bê rakirin û heyet biçin Girava Îmraliyê.

Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel di civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê de axivî û diyar kir ku divê demildest tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bê rakirin û heyet biçin Girava Îmraliyê.

Civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê bi tevlîbûna Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel li Salona Civînê ya Cezayîrê li Beyoglu destpê kir. Piştî hilbijartina diwanê rêzgirtin pêk hat. Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu ji ber tevlî hevdîtina Syrîzayê bû tevlî civînê nebû. Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel axaftina vekirina civînê kir. Tuncel diyar kir ku ji ber hilbijartinên 7'ê Hezîranê civîna xwe ya demê nekirin û têkildarî xebatên hilbijartinê de nirxandin kirin.Tuncel anî ziman ku weke HDK di serî de dixwestin HDP weke partî bikeve hilbijartinan û di hilbijartinê de HDK'ê bi hemû hêza xwe xebatan meşandin. Tuncel da zanîn ku di serketina hilbijartinê ya HDP'ê de keda HDK'ê ya mezin heye û ji ber vê yekê spasiyên xwe li hemû HDK'iyan kir.

TUNCEL: YA NIHA EM BIKIN AVAKIRINA MECLÎSÊN GEL IN

Tuncel bilêv kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê berpirsiyariyên HDK'ê gelek zêde bûne û wiha got: "Serketina hilbijartinê ji Tirkiyeyê re rewşek din derxist holê. Li hemberî faşîzma AKP'ê gelên Tirkiyeyê bersivek mezin dan. Ya ev yek jî kir HDP û hevbirên wê hêzên demokrasî yên Tirkiyeyê bûn. Niha hejmara kesên di vê rêvîngiyê de bi me re dimeşin zêde dibin. Em dîsa dibêjin em ê biçin meclîsê lê vê carê TBMM na meclîsên gel e. Gel ev peywir da me em nûnerên xwe şandin meclîsê. Lê niha ya me bikin avakirina meclîsê gel kin."

'HEYA KIRYARÊN ÊRÎŞAN NEYÊN DÎTIN DEMOKRATÎKBÛNEK RAST PÊK NAYÊ'

Tuncel destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê meşa HDP'ê dît ji ber vê yekê xwestin vê asteng bikin. Tuncel provokasyonên li Agiriyê destpê kirin û li Amedê berdewam kirin bibîr xistin û wiha got: "Di pêvajoya hilbijartinê de li hemberî HDP'ê 120 êrîş pêk hatin û xebatên me asteng kirin. Li Agirî, Edene, Mêrsîn, Çewlîk û Amedê êrîş kirin. Lê ti kiryarên êrîşan heya niha nehatine dîtin. Êrîşên pêk hatin ji hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan serbixwe pêk nehatine. Heya hêza li pişt êrîşan neyê dîtin li Tirkiyeyê demokratîkbûnekî rastî pêk natyê.

'SERKETINA GRÊ SPÎ JI BO PÊŞEROJA GELÊN TIRKIYEYÊ HÊVIYEK AFIRAND'

Tuncel derbirî kir ku piştî serketina HDP'ê ya hilbijartinê de li Rojava Girsê Spî ji çeteyan hat paqij kirin û serketina duyemîn pêk hat û wiha axivî: "Li Rojava piştî du kanton gihiştin hev rewşek nû derket holê. Li Rojhilata Navîn biratiya gelan tê avakirin." Tuncel diyar kir ku hikûmeta AKP'ê, Serokkomar Erdogan û medyaya AKP'ê ji YPG û PYD'ê nerihet e û wiha pêde çû: "Hişmendiya PYD'ê ji DAIŞ'ê tehlûke dibîne li holê ye û divê em li hemberî wê têkoşînê bimeşînin.Rojava ji bo faşîst û desthilatdaran tehlûke ye lê ji bo gelan serketinek gelek mezin e. Azadkirina Girê Spî ji bo gelên Tirkiyeyê hêviyekî nû afirand."

'DIVÊ ROJAVA HIKÛMETA NÛ AŞTÎ BE'

Tuncel bal kişand ser nîqaşên koalîsyonê û da zanîn ku divê rojeva hikûmeta nû ya bê avakirin pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk be. Tuncel bilêv kir ku divê demildest tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo muzakereyê heyet biçin Girava Îmraliyê.

Tuncel destnîşan kir ku di serdema nû de peywira wan a sereke li tax, navçe û bajaran meclîsên gel avakirin e.

Encamnameya civînê wê sibê bê aşkerakirin û civîn ji çapemeniyê girtî berdewam dike.