Tirkiye bi vekirina Ava Xabûrê piştgirî da DAIŞ’ê?

Parlamentera HDP’ê Ata, diyar kir ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de Ava Xabûrê hat vekirin û cihekî ku gundî birevin nehat hiştin.

Parlamentera HDP’ê Ata, diyar kir ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de Ava Xabûrê hat vekirin û cihekî ku gundî birevin nehat hiştin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, têkildarî mijara dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî kirin, dewleta Tirk Ava Xabûrê vekir pêşnûmepirsek da Serokwezîr Ahmet Davutoglû.

Ata diyar kir ku şeva çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajaroka Til Temir a piraniya wê gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî lê dijîn kirin, Ava Xabûr a ev 5 sal in bi bendan hatibû girtin, hatiye vekirin û bûye sedem ku best tijî av bibin. Ata anî ziman ku bi vî awayî cihekî ku gundî birevin nehat hiştin û rêya alîkariya ji wan re bê jî hat girtin.

'AVA XABÛR BI KÎJAN KRÎTERAN HAT VEKIRIN?'

Ata ya HDP'yî ev pirs ji Serokwezîr Davutoglû pirsî:

"Têkildarî biryara wê Ava Xabûrê kengî bê girtin û kengî bê vekirin kî ekdar e?

Ava Xabûr kîjan deman tê qutkirin û cardin tê vekirin? Beriya şeva çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajaroka Til Temir bikin kengî av hatiye vekirin û herî dawî kengî av hatiye vekirin?

Ava Xabûr bi kîjan krîteran tê vekirin? Şeva êrîş pêk hatin, bi kîjan sedeman av hat vekirin?

Kengî agahî ji hikûmeta we re hat ku li hember gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî yê li herêmê êrîş pêk hatiye? Li herêmeke ku şert û mercên şer lê hene, biryara dagirtina bestan dema hat girtin, talûkeya komkujiya gel pêre rû bi rû ne, hatiye dîqetkirin?”