Tirkiye bi tijekirina Bendava Ilisû gefa avê li ser Iraqê çêdike

Parlementoya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk bi xebitandina Bendava Ilisûyê re ewlehiya ava wan gef dike.

Parlementerên Iraqî îro bi daxuyaniyekê eşkerekirin ku binpêkirin peymana tije nekirina ava Bendava Ilisûyê ya li ser ava Dîcleyê ya ji aliyê Tirkiyê ve rexne kirine û tekez kirine ku ev kiryara Tirkiyê ewlehiya ava Iraqê gef dike.

Wezîrê Çandiniyê yê Tirk Bekir Pakdemîrlî bi daxuyaniyekê got welatê wan roja Çarşemê dest xebitandina stasyona kehrebeyê ya li Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcle kiriye ku ev yek metirsiyên gelê Iraqê yên welat ji ber ava herêmê çêdike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku stasyona kehrebeyê ya Bendava Ilisû ya bajarê Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, stasyona çaremîn a mezin a li Tirkiyê ye û hate destnîşankirin ku beşeke stasyonê di Gulana borî de bikar anîne.

Her wiha hate diyarkirin ku hemû beşên stasyonê di 23’yê Kanûnê de hatine xebitandin û hate gotin ku bi xebitandina stasyonê re wê aboriya welat bi qasî 2.8 milyar lîreyên Tirkiyê anku bi qasî 365 milyon dolar, bi pêş bikeve.

Îro, parlamanterên Iraqî reva hikumeta Tirkiyê ya ji berpirsiyariyên xwe yên netijîkirina Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcle, rexne kir û piştrast kir ku bikaranîna bendavê gefan li ewlehiya avê ya Iraqê çêdike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Bendava Ilisû bû sedem ku 80 hezar kes ji 199 gundan ji cih û warên xwe bibin.

Çalakvanan li ser xetereya bendavê ya li ser çandiniya Iraqê û bêavmayîna bi milyonan kesan, piştî salên ji rawestandin û derengxistina bendavê, hişyarî dan.

Ji sala 2017’an ve, ji ber kêmbûna avê li Iraqê tedbîrên wekî qedexekirina çandina hinek berhemên çandiniyê û koçberkirina cotkaran, girtine. Her wiha li bajarê Besrayê ji ber tunebûna ava vexwarinê bi mehan xwepêşandan pêk hatin.

Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdena Tirkiyê kiribû ku bi Erdogan re gelek doz û pirsgirêka avê ya di navbera herdu welatan de, nîqaş bike.