Tevgera Ekolojiyê ya Ewropa-Kurdistanê hat avakirin

Tevgera Ekolojiyê ya Ewropa-Kurdistan (TEV-EKO) bi Komxebata Ekolojiyê ya ku ji aliyê Komîteya Ekolojiyê ya KCDK-E ve li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hat lidarxistin, hat avakirin.

Komîteya Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi şîara “Ji Berxwedana Ekolojiyê ber bi Avakirinê: Tevgera Ekolojiyê ya Ewropa-Kurdistanê” li bajarê Freiburg ê Elmanyayê yekemîn komxebata ekolojiyê li dar xist. Komxebatê du rojan berdewam kir û di encama nîqaşan de Tevgera Ekolojiyê ya Ewropa-Kurdistan (TEV-EKO) hat avakirin.

Komxebat di roja duyemîn de bi ezmûna modela rêxistinî ya Rojava, modela rêxistinkirinê ya Ewropayê dewam kir.

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îbrahîm Esed ku beşdarî komxebatê bû, geşedanên li Rojava, lêkolînên li ser ekolojiyê û wêrankirina ekolojîk a ji ber êrîşên dewleta Tirk pêk tên nirxand. Îbrahîm Esed bal kişand bi ser ezmûnên tevgera ekolojiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Rojava îro bi pêvajoyek dîrokî re rû bi rû ye. Ji bo avakirina modelek ekolojîk em li Sûriyê û li Rojhilata Navîn dixebitin, lê em bi êrîşên pir dijwar re jî rû bi rû ne. Êrîşên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk dewam dikin. Kurdan dikin hedef. Ji ber vê rewşê li Rojava seferberî hat îlankirin. Em hemû xebatên xwe di vê çarçoveyê de dimeşînin. Di aliyê siyasî, dîplomasî û leşkerî de em xebatên mezin dimeşînin. Şehadet jî hatin jiyîn. Ji bo ku rastî ji raya giştî re ragihandin, hevalên me yên rojnamevan jî hedef hatin girtin. Sîstema li Rojava modela azadî û wekheviyê ye û em di bin êrîşan de avakirina wê didomînin. Ekolojî di avakirina Rêveberiya Xweser de yek ji lêkolînên herî bingehîn tê dîtin. Her çiqas pergala ku em li vir hewl didin biafirînin bi lêkolînên azadiya jinê derketiba pêş jî, paradîgmaya ekolojîk her tim di rojeva me de bû.”

Piştî axaftina Îbrahîm Esed, beşdarvanan bi yek dengê dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Komxebat bi modela rêxistinkirinê, rêbaz û nîqaşên li ser encamnameyê berdewam kir.

Di encama nîqaşên hatin kirin de Tevgera Ekolojiyê ya Ewropa-Kurdistan (TEV-EKO) hat avakirin. Di encama hilbijartinên komxebatê de ji bo hevberdevkên TEV-EKO’yê Fatoş Goksungur û Tuncay Ok hatin hilbijartin.