Temenekî li pey muzîk û amûrên muzîka kurdî
Temenekî li pey muzîk û amûrên muzîka kurdî
Temenekî li pey muzîk û amûrên muzîka kurdî
Mihemed Xêr Yusuf ku di 14 saliya xwe de dest bi lêxistina tembûrê kiriye û di dawetan de stranên kurdî gotine, ev 12 sal in jî amûrên muzîkê yên wekî tembûr, def, kemence û zurneyê çêdike. Yusuf dibêje ku bi vî rengî dixwaze qasî hêza xwe çanda kurdî bide jiyandin.
Mihemed Xêr Yûsif yê 51 salî ji taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye. Yûsif di 14 saliya xwe de dest lêdana tembûrê kiriye û 25 salan di dawet û şahiyan de hem li tembûrê xistiye hem jî stranên bi kurdî gotine.
Yûsif dema hatiye 49 saliya xwe, fikiriye ku êdî nikare li tembûrê bixe û bistirê, lê vê yekê hezkirina wî ya muzîkê kêm nekiriye. Vê hezkirina Yusif ew ber bi xebateke din a muzîkê vekiriye û dest bi çêkirina amûrên mûzîkê kiriye.
Yûsif ev 12 salin amûrên wekî tembûr, kemençe, def û zurne çêdike û evîna xwe ya muzîkê didomîne. Xêr Yusif destpêkê jî tembûr çêkiriye. Yusif dibêje ku tu kesekî çêkirina tembûrê fêrî wî nekiriye û bixwe fêr bûye. Yusif got ku wî tembûrek şikandiye û ji wê çêkirina tembûran bixwe hîn bûye.
Mihemed Xêr Yusif piştî tembûrê jî dest bi çêkirina def, kemençe û zurneyê kiriye. Tevî rewşa buhabûnê ya li Rojavayê Kurdistanê jî Yûsif karê xwe didomîne û amûrên ku çêkirine li dikana xwe difiroşe. Yusif her wiha amûrên mûzikê yên xirab dibin jî temîr dike.
Yûsif, destnîşan kir ku divê çand û muzîka kurdî bi rêbazeke rast were parastin û nifşên nû werin perwerdekirin. Yusif bang li ciwanên Kurd kir ku çanda xwe ji pişaftin û windabûnê biparêzin û ji bo çanda Kurdan di cîhanê de cihê pêwîst bigire xebat bikin.