TAJÊ Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

TAJÊ Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û bi vê wesîleyê bang li civaka Êzidî kir ku li welat û derveyî welat yekîtî û tifaqa xwe ava bikin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya cejna Çarşema Serê Nîsanê peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku civaka Êzidî bi çand, dîrok, bawerî û ola xwe ya kevnar tê naskirin û hate gotin, "Ji bo çanda xwe biparêze her tim li ber xwe daye. Tevî 73 fermanan gelê me yê qedîm dev ji vê çanda xwe ya xwezayî û baweriya xwe ya pîroz bernedaye."

TAJÊ diyar kir, ku bi taybetî jin ên Êzidî ji bo parastina ol û baweriya xwe berdêlên mezin dane û wiha dewam kir: "Cejnên civaka Êzidiyan hemû temsîliyeta xwezayê û gerdûnê dikin. Lewma xwedî wateyek mezin in. Cejna Çarşema Serê Nîsanê jî yek ji cejnên civaka Êzidî ye. Çarşema Nîsanê an ku Çarşema serê salê ku gelê Êzidî weke sersalê ji bo xwe dibînin, bi dilsoziya xwe ya bi xwezayê re îfade dike.

Li gorî bîr û baweriya Êzidyatiyê di meha Nîsanê de gerdûn ava dibe û dunya bi gul û giyan dixemile. Di vê cejnê de hêk tên kelandin û neqişandin, her weha gulên sor yên Nîsanê bi pêşiya deriyên malan ve tên kirin, her maleke Êzidî divê di roja cejnê de xêrê bike û li gundî û cîranên xwe belav dike. Hemû pîrozahî nîşanên xweza û girêdanbûna bi zindî û gerdûnê re ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi boneya cejna Çarşema Serê salê bang li tevahî civaka Êzidî ya li welat û dervayî welat dikin ku yekîtiya xwe mezin bikin, tifaqa xwe ava bikin. Ji ber sedemê vîrûsa koronayê  dibe ku em nikaribin li hev kom bibin û bi hevre cejna xwe pîroz bikin. Ev yek jî cihê xemgîniyê ye. Lê belê çi dibe bile bibe em ê li malen xwe cejna xwe pîroz bikin em ti carî dev ji çanda xwe ya kevnar bernadin. Hêviya me ew e ev cejin bibe wesîleya azadî û xweseriya Şengalê û tevahî civaka Êzidî."