SZK û Yekîtiya Mamosteya wê dibistanan bişopînin

SZK û Yekîtiya Mamosteya wê dibistanan bişopînin

Saziya Zimanê Kurdî û Yekîtiya Mamosteyan li Qamişlo bi armanca nirxandina rewşa dibistanan û destpêkirina serdema nû ya perwerdeyê civîn lidar xist. Di encama civînê de biryar hat girtin ku komîteya şopandina karên dibistanan bê avakirin û li hemû dibistanan dersên bi zimanê kurdî bêne dayîn.

Di civîna ku bi rêzgirtinê destpê kir de Endamê Desteya Rêvebera Tevgera Civaka Demorkartîk (TEV-DEM) Şahoz Hesen axivî û bal kişand ser rewşa şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û rêxistina civakê. Hesen diyar kir ku pêwîstiya civaka Rojava xwe baş bi rêxistin bike.

Serokê Yekîtiya Mamosteyan Xalis Misewer jî da zanîn ku pêwîste hemû başên civakê xwe di warê pêşxistina zimanê Kurdî de berpirsyar bibînin. Misewer destnîşan kir ku wan şaşiyên sala borî hatine jiyîn di ber çavan re derbas kirine û wê îsal zimanê kurdî baştir pêş bixin. Li ser navê SZK’ê Nesrîn Doko jî hin pirsgirêkên ku sala bihurî hatine jiyîn bibîr xistin û da zanîn ku wan îsal xwe baş amade kirine û dê rê nedin tu kesî ku li ber pêşxistina ziman bibe asteng.

Piştî axaftinan nerîn û pêşniyarên endaman hatin girtin û rêbazên perwerdeyê hatin gotûbêjkirin.

Di encama nîqaşan de biryar hate girtin ku Komîteya Şopandina Karên Dibistanan bê avakirin û li hemû dibistanan dersên zimanê kurdî bêne dayîn.  Her wiha biryar hat girtin ji bo ku li hemû dibistanan dersên din jî bi zimanê kurdî bêne dayîn, mamoste di perwerdeya zimanê kurdî re bêne derbaskirin.