SZK'ê li Qamişloyê bawername li 280'ê şagirtan belav kir

SZK'ê li Qamişloyê bawername li 280'ê şagirtan belav kir

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li zanîngeha Meimûm li taxa El-Erbewiyê ya bajarê Qamişlo bawernameyên zimanê Kurdî li 280'ê şagirtan belav kir.

Bi deqeyeke rêzgirtinê merasîm bi coşeke mezin hate destpêkirin, piştre endamê Tevgera Civaka Demokratîk Ismaîl Dêrîk axivî û got: "Ji bo vejîna zimanê Kurdî SZK'ê pir ked daye û li dijî aliyên ku nehîştin Kurd fêrî zimanêxwe yê zikmakî bibin derketiye" Dêrîk diyar kir ku ev gav bi ked û xwîna şehîdan hatiye avêtin.”

Li aliyê din Hesen Osman bi navê Saziya Zimanê Kurdî axivî û got: "Me wek sazî di odeyekê de li Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo bi navê Şehîd Reşo perwerdeya zimanê Kurdî destpê kir, niha jî mamosteyên me li Rojavayê Kurdistan bi hezaran e."

Piştî axaftin hatin gotin bawernameyênzimanê Kurdî li 280'ê şagirtên asta yekemîn hatin belavkirin, û merasîm bi şahî hate bidawîkirin.