Sûrê civîna ji gel re vekirî ya 13'emîn pêk anî
Şaredariya Sûrê civîna 13’emîn a ji gel re vekirî li gundê Satya pêk anî. Civîn bi tevlîbûna Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut, endamên Meclîsa Şaredariyê û xelkên gundê Satya pêk hat.

Civînê bi silavkirina beşdaran û axaftina destpê kir û Hevşaredara Sûrê Fatma Şik beriya ku dest bi civîna fermî bibe axaftinek ji beşdaran re kir.
Fatma Şik Barut di axaftina xwe de got ku salek û mehek di ser destpêkirina peywîra wan a wekî hevşaredara Sûrê destpê kiriye û wiha dewam kir: “Di nava vê demê wekî haya we jî jê heye me civînên xwe tev ji gel re vekirî pêk anîn û ev civîna me ya 13'emîn e ku bi tevlîbûna gelê xwe em pêk tînin.”
Şik Barut di axaftina xwe de behsa hin xebatên şaredariyê kir û wiha got: “Di nava van 13 mehan de me hewl da ku li gorî îmkanên xwe xizmetê bikin û me di xizmetên xwe de giranî da ser xebatên li gundan. Di nava vê demê de me kêm zêde li gorî imkanên şaredariya xwe xizmet ji gundên xwe re kirin. Dibe ku hin caran kêmanî çêbûbin, lê li gorî îmkanên xwe me her hewl daye ku şaredariyeke şefaf bimeşînin û hemû xebatên xwe bi tevlîbûna gelê xwe bikin, her wiha biryarên xwe jî em bi hev re bistînin.
Piştî axaftina Şik dest xwendina navê endamên meclîsê hate kirin û dest bi rojeva fermî ya civînê hate kirin. Di civînê de rapora xebatên meha Nîsanê hate xwendin û li ser hatin û çûnên şaredariya hate rawestandin.
Piştî xwendina hin kêmasiyên gund ji aliyê beşdaran ve hatin ziman û hin pirs der barê pirsgirêkên ku hene ên wekî rêya gund, ava vexwarinê û çêkirina derdora goristana gund, hatin kirin. Her wiha hate daxwazkirin ku pêşiya avasaziyê were vekirin.
Di dawiya pirsan de Şaredar û endamên meclîsê bersiva pirsên beşdaran dan û der barê xebatên ku wê bên kirin de agahî dan wan.