Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan cejna Batizmiyê pîroz kir

Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan bi hêviya aştî, aramî û tifaqê, cejna Batizmiyê pîroz kir.

Bi wesîleya cejna Batizmî ya civaka Êzidî, Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan peyamek weşand.

Di peyamê de ji Şengalê heta Efrîn, Nisêbîn û Ewropayê cejna Batizmî ji tevahiya civaka Êzidî hate pîrozkirin û hate gotin, "Batizmî ji bo me xof, yekîtî û tifaq e. Batizmî baweriya bi aşîtî, aramî, dilxweşî û xwezayê ye. Roja xêr û xêreta ye, Roja paqijkirina nefsî a mirova ye. Roja efûkirin û himbêzkirina hevûdin e."

Di dawiya peyamê de hate gotin, "Li ser vê bingehê em Batizmiya we, bi hêviya paşerojekeazad, bi tifaq û bextewar; bi hêviya ku em hemû cejnên xwe li ser xakek azad pêşwazî bikin, pîroz dikin."