Serlêdanên 3’mîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt destpêkir
Serlêdanên 3’mîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt destpêkir
Serlêdanên 3’mîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt destpêkir
Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê dest bi amadekariyên 3’mîn Xelata Çîrokan Şerzan Kurt kir. Ji bo pêşberkê serlêdanan dest pê kir.
Piştî xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurd ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Êlihê her sal ji bo bîranîna Şerzan bernameyên pêşbirgê pêk anîn. Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan yên li Tirkiyeyê û ji bo afirandina berhemên xweser û hêja yên wêjeyî, sê salin li ser navê Şerzan Kurt yê ku dema li Zanîngeha Mûglayê dixwend di 12’ê Gulana 2010’an de, bi guleya polîs û jiyana ji dest da xelata çîrokan li dar dixe. Zimanê pêşbirkê kurdî û tirkî ye. Egîtîm Senê diyar kir ku, serldanê wan hatine destpêkirin û dîroka dawî ya tevlîbûna pêşbirkê 15 Tebax 2013 e.
Şertên tevlîbûnê wiha ye:
* Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deveran (pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
* Zimanê pêşbaziyê Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî hewce pê bibîne dikare xelatê parve bike.
* Heta 15’ê Tebaxa 2013’an divê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî ji maila [email protected] re bên şandin.
* Piştî ku encama 3’mîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere bû, dê berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wek pirtûkekê bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê bibin vê xalê dipejirînin.
* Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bên eşkere kirin û xelat di 8’ê Kanûnê de, di rojbûna Şerzan Kurt de digel bernameyekê wê werin dayîn.
* Xelat, peykerekî ku bi taybetî hatiye çêkirine. Xelat wek pere nayê dayîn.
Desteya Hilbijêr jî wiha ye:
“Hesenê Metê, Brahîm Ronîzêr, Lokman Ayebe, Feratê Dengizî, H. Kovan Baqî, Omer Kurd (Bavê Şerzan Kurt. Wê deng bi kar neyîne.)”