Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ferdane Kiliç, kurê wê Nartan Kiliç, bavê şehîdê Kobanê Îsmet Şeker, Hevseroka HDP'ê ya Maltepeyê Derya Tuna û Cemîl Yildiz ên di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan ji hêla dehezaran welatiyan ve li Stenbol û Bursayê hatin definkirin.
Endamên SGDF'ê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatibûn Pirsûsê û li ser rêya çûna Kobanê rastî êrîşa bombeyî hatin û di encama vê êrîşa xwekujî de tevî xwekujer 32 kes jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê endama PM'a HDP'ê Ferdane Kiliç. kurê wê Nartan Kiliç li Bursayê, cenazeyê bavê şehîdê Kobanê Îsmet Şeker û Hevseroka HDP'ê ya Maltepeyê Derya Tuna jî li Stenbolê hatin defin kirin.
Bi hezaran welatiyên li ber avahiya HDP'a Bursayê kom bûn cenazeyê endama PM'a HDP'ê Ferdane Kiliç. kurê wê Nartan Kiliç pêşwazî kirin. Cenazeyê dayik û kurê wê pêşî birin mala wan a li navçeya Nîluferê bû û ji wir jî birin Mizgefta Şeyh Edebalî. Bi hezaran welatiyên di nava wan de hevjîna Ferdane Metîn Kiliç û keça wê Sînem Kiliç a ku di komkujiyê de birîndar bû, Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, rêveberên Komeleya Federasyonên Kafkasan û parlamenterên HDP'ê hebûn tevlî merasîma cenazeyê bûn. Cenazeyên Ferdane û kurê wê Nartan Kiliç bi dirûşma "Şehîd namirin" birin Goristana Bajar a Hamîtlerê û li wir hatin definkirin.
'EM Ê AŞTIYEKE MAYÎNDE PÊK BÎNIN'
Merasîma cenazeyê li gorî çanda çerkesan li dora gorê xelek çêkirin û sersaxî ji malbatê hat xwestin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di merasîmê de axivî û got ku tu caran wê dirûşmên aştiyê yên hevalên wan ji guhê wan dernekeve. Demîrtaş da zanîn ku ji bo aştî û edaletê dê çûbana Kobanê û wiha got: "Dayik û kurê wê ji bo vê yekê çûbûn Pirsûsê. Ewlehiya welat tenê bi çekan pêk nayê. Zirxa mezin a ewlehiyê biratî ye. Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi demokrasiyê heye. Êdî em nikarin bi êşên mezin jiyana xwe bidomînin. Wekî gel gelek ji me hatin kuştin û gelek êş me kişand. Heke em aştiyeke mayîn bînin vî welatî wê demê em ê xwedî li mîrasa van canên hatine windakirin derkevin."
Demîrtaş anî ziman ku ev welatî ji ber polîtîkayên çewt jiyana xwe ji dest dan û wiha pê de çû: "Her tim HDP'ê hedef nîşan didin. Ligel vê yekê jî em her tim daxwaza xwe ya aştî, edalet û demokrasiyê tînin ziman û dest ji vê daxwaza xwe bernadin. Hevalên me Ferdane û Nartan di heman demê de welatiyên bi qirkirinê re rû bi rû mane û nûnerên gelê bi rûmet in. Ji ber vê yekê sersaxiyê ji gelê Çerkes dixwazim."
ŞEKER, TUNA Û YILDIZ LI STENBOLÊ HATIN DEFINKIRIN
Îsmet Şeker ê ku kurê wî Mustafa Can Şeker ê di berxwedana Kobanê de şehîd ketibû, Hevseroka HDP'ê ya Maltepeyê Derya Tuna û Cemîl Yildiz ên di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan li Stenbolê ji hêla dehezaran welatiyan ve hatin definkirin. Ji bo cenazeyê Şeker, Tuna û Yildiz bi dehezaran welatî li ber qereqola kevn kom bûn û bi pankarta "Komkujer DAIŞ dê winda bike berxwedana gel dê bi ser bikeve' ya nav û wêneyên şehîdên Kobanê lê hebû hat hilgirtin û bênavber dirûşma "Şehîd namirin" ber bi Mala Cemê ve dest bi meşê kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê û nûnerên partiyên siyasî tevlî meşê bûn. Di meşê de korîdora ewlehiyê hat çêkirin û bênavber dirûşm hatin berzkirin.
Cenazeyê her sê şehîdên Pirsûsê ji Mala Cemê hatin wergirtin û ber bi goristanê ve meşiyan. Gelê taxê hemû tevlî meşê bûn esnafên taxê dikanên xwe girtin. Mîlîsên MLKP'ê yên çekdar li ber goristanê rawestiyabûn ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê her sê şehîdan bi duayan hatin definkirin. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy di merasîmê de axivî û got ku kujerên wan AKP û DAIŞ e û bertek nîşanî daxuyaniya serokwezîr Ahmet Davutoglu da.
Piştî axaftinan welatî ji bo sersaxiya her sê şehîdan çûn konê sersaxiya ya li Parka Kemal Pîr hatibû vedan.