Salên bê dibe ku li cîhanê karesatên mezin rû bidin

Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî, 10 salên navbera 2010-2019'an serdema herî germ a gerstêrkê bû. Di salên bê de jî dibe ku bûyerên mezin ên meteorolojîk rû bidin.

Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 2020'an û salên bê de wê gelek karesatên avhewayê rû bidin. Germahiya ji ber belavkirina gaza serayê wê rê li ber vê rewşê veke.

JI SALA 1980'Î Û VIR VE TIMÎ REKOR TÊ ŞIKANDIN

Daneyên WMO'yê nîşan didin ku salên navbera 2010 û 2019'an dema herî germ a ser rûyê erdê ye. WMO her wiha daneyên saziya analîza guhertina avhewayê ya Ewropayê (Copernîcûs) jî piştrast dike. Di van daneyan de hatibû destnîşankirin ku sala 2019'an piştî sala 2016'an sala duyemîn a herî germ a cîhanê ye.

Di daneyên WMO de tê dîtin ku li gorî sedsala 19'an zêdebûna germahiyê di sala 2019'an bi rêjeya 1.1 pileyî gihîştiye asta rekorê. Her wiha ji sala 1980'î û vir ve her pêvajoya ji 10 salan li gorî ya beriya xwe bêhtir germ bûye.

TÊ PAYIN KU KARESATÊN MEZINTIR ÊN AVHEWAYÊ RÛ BIDIN

Sekreterê Giştî yê WMO'yê Petterî Taalas der barê mijarê axivî û anî ziman ku ji ber germahiyê bi taybetî ew li bendê ne di sala 2020'an de gelek fenomenên hewayê rû bidin. Taalas destnîşan kir ku gaza bi bandora serayê ya li atmosferê kom bûne sedema vê yekê ne.

Taalas şewata li Awûstralyayê weke mînak nîşan da û bi bîr xist ku Awûstralyayê sala herî germ û ziwa li pey xwe hişt.

BI REWŞ AHEYÎ WÊ GERMAHÎ JI 3 HETA 5 PILEYÎ ZÊDE BIBE

Li gorî Sekreterê Giştî yê WMO'yê, di serî de karbondîoksît (CO2) belavkirina gazên bi bandora serayê bi vî rengî dewam bike, wê heta dawiya vê sedsalê germahî ji 3 heta 5 pileyî zêde bibe.

Eger pêşdîtinên Taalas rast be hingî di nava dehan salên bê wê bi sedan milyon mirov bibin penaberên avhewayê. Şewata li Awûstralya û Amazonê her wiha kêmbûna serma li Arktîk û Antarktîkayê texmînên bi vî rengî yên neyînî zêde dikin.