Roma Antîk li herêmeke berfirehtir belav bûye
Lêkolînên arkeolojîk ên li paytexta Îtalya Romayê tên meşandin derxist holê, ku qada cihwarbûnê ya dema Roma Antîk, ji texmînên heyî zêdetir li herêmeke berfireh belav bûye.
Lêkolînên arkeolojîk ên li paytexta Îtalya Romayê tên meşandin derxist holê, ku qada cihwarbûnê ya dema Roma Antîk, ji texmînên heyî zêdetir li herêmeke berfireh belav bûye.
Di encama kolandinên arkeolojîk ên li girê Qûîrînal ê li Romayê de, derket holê ku qada cihwarbûnê ya dema Roma Antîk, ji texmînên heyî zêdetir li herêmeke berfireh belav bûye. Li Qûîrînalê ku bermayînên avahiyeke ji sedsala 6'an a berî zayînê mayî hat dîtin, heta roja îro dihat texmînkirin ku goristaneke û cih û warê jîngehê heta derdora Forûma li Girê Kapîtolê ye.
Di encama lêkolînên li ser bermayînên avahiyê de derket holê ku avahî di dema Qralê Roma Servîo Tûllîo de hatiye çêkirin, bi qasî 40 metre berfireh û 3 metre jî bilind e. Tê texmînkirin li vê avahiyê, malbateke di Roma Antîk de xwedî cihekî girîng bû, jiya ye.
Rêvebera kolandinên arkeolojîk Mîrella Serorenzî diyar kir ku ev keşfa wan ya herî girîng a heta roja îro ye. Serorenzî got, "Lêkolînên me nîşan didin ku berevajî agahî û texmînên heta roja îro, Roma di sedsala 6'an a beriya zayîndê de, gelekî mezintir bûye."