Rêxistina Efûyê: 2014 ji bo sivîlan bû karesat
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, diyar kir ku sala 2014’an ji bo sivîlên bûn qurbanê şeran karesatek bû.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê Salîl Shetty, di civîna li Londrayê pêkanî got ku di sala 2014’an serî de li Sûriye, Ûkrayna, Xazze û Nîjerya saleke tijî şer bû.
Shetty anî ziman ku bi mîlyonan sivîl mirine, 15 mîlyon sivîl neçar mane koç bikin û got, “Mimkun e piştî Duyemîn Şerê Cîhanê hejmara herî mezin a penaberan e.”
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê Salîl Shetty wiha axivî: "Sala 2014’an ji bo bi mîlyonan kesan bû salek karesatê.”
Di pêşgotina rapora Shetty wiha tê gotin, "Serokên cîhanê, bi rengekî biêş di aliyê civakî û siyasî parastina herî zeîfan de têk çûn.”
Shetty her wiha got, "Ji bo parastina sivîlan, pêkanîna aştî û ewlekariyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi awayekî biêş têk çû.”