PYD’ê li Kopenhag 2. Konferansa xwe li dar xist
Li Kopenhagê duyemîn konferansa PYD’ê pêk hat.
Li Kopenhagê duyemîn konferansa PYD’ê pêk hat.
Li Kopenhagê duyemîn konferansa PYD’ê pêk hat.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî konferansa PYD’ê ya li Albertslund a Kopenhagê bûn.
Di konferansê de nûnerên PYD, Partiya Koalîsyona Sor Kesk a Danîmarka ya Enhedslisten, YNK, GORAN, PJAK, FEY-KURD û KNK’ê amade bûn.
Di konferansê de namzetê parlamenteriyê Pelle Dragsted ê li ser navê Enhedslisten axivî got ku dema têkoşîna şoreşgerî ya li Rojava dîtiye Che Guevara hatiye hişê wî û şoreşa Rojava silav dike.
Eva Flyvholm a namzeta parlamenteriyê û Sekretera Navneteweyî ya Enhedslisten jî got, “Em wek Enhedslisten pêşnûmepirsan didin hikûmeta Danîmarka ji bo çekan ji Kurdan re bişîne û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, di vê mijarê de em dixwazin Wezareta Derve di demeke kurt de bikeve nav tevgerê.”
Di konferansê de der barê rewşa dawî ya li Kurdistan û Rojava agahî hatin dayîn û nirxandin hatin kirin. Rapora kar û xebatan a 2014’an hat xwendin. Di konferansê de her wiha rexnedayîn jî çêbû. Kêmasiyên sala 2014’an ên di kar û xebatan de hatin rexnekirin, hat diyarkirin ku ji bo kêmasî bên derbaskirin divê kar û xebateke hê rêxistinkirî û bi pergal bê meşandin.
Konferans piştî rêveberiya herêma ya Sjælland, Fyn og Jylland hat hilbijartin bi dawî bû.