Polîsan li Kadikoyê êrîşî protestoya komkujiyê kirin

Ciwanên bi dirûşma, "AKP şer, ciwan aştiyê dixwazin" li Kadikoyê Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û guleyên plastîk hatin.

Ciwanên bi dirûşma, "AKP şer, ciwan aştiyê dixwazin" li Kadikoyê Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin rastî êrîşa polîan a bi bombeyên gazê û guleyên plastîk hatin.

Di êrîşê de gelek ciwan hatin binçavkirin û polîsan bi awayekî keyfî destûr nedan rojnamevan karê xwe bikin.

Ciwanên bi dirûşma, “AKP şer, ciwan aştiyê dixwazin" ji bo şermezarkirna Komkujiya Pirsûsê li Qada Boga ya Kadikoy kom bûn, pankarta, “Wê ciwan hesab ji qatilan bixwaze”  û wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane daliqandin dirûşmên, "Qatil IŞİD, hevkar AKP" , "Şehîd namirin" gotin û ber bi Cadeya Bahariye ve meşiyan. Dema ciwanan meşa xwe li Cadeya Bahariye dewam dikirin, polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî ciwanan kirin. Piştî êrîşê ciwanan bi fîşekê hewayî bersiv dan polîsan.

Di dema pevçûnan de gelek ciwan hatin binçavkirin. Parêzer Tamer Erdogan ê li cihê bûyerê bû jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

NEHIŞTIN ROJNAMEVAN KARÊ XWE BIKIN

Di vê navberê de rojnamevanên dixwestin çalakiyê bişopînın ji aliyê polîsan ve bi awayekî keyfî hatin astengkirin. Polîsên daxwaza karta zer a çapemeniyê ji nûçegihanên ANF û DÎHA daxwaz kirin, xwestin nûçegihan ji qadê derkevin. Rojnamevan li cihê bûyerê man û astengiya polîsan dewam kir.