Piştî qedexekirinê careke din kilîldankên Kurdî

Piştî qedexekirinê careke din kilîldankên Kurdî

Piştî qedexeya bi salan, li Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ciwanê bi navê Serbest Çaçan li karê kilîlsaziyê vegeriya, kilîldankên bi sembolên Kurdî têne xemilandin çêdike.

Li Dêrikê ciwanê bi navê Serbest Çaçan ji ber ku kilîldankên bi sembolên Kurdî dixemiland û çêdikir, ji aliyê rêjîma Bass ve gelek caran hate binçavkirin. Lê piştî şoreşa gelê Suriyê û Rojavayê Kurdistanê, Çaçan careke din vegeriya karê xwe û êdî kilîldankan bi sembolên Kurdî dixemilîne.

Çaçan diyar kir ku vî ji rengên Kurdî hez dikir, ji ber wê dest bi karê kilîlsaziyê kir û kilîldankên bi sembolê Kurdî xemilandî çêdikir, Çaçan dazanîn ku hêzên ewlekariya rêjîma Bass ew girtin bin çavan û ev tehdîd kirin ku careke din kilîldankên bi sembolên Kurdî xemilandî çêneke .

Çaçan destnîşan kir ku piştî azad kirina Rojavayê Kurdistanê, bi serbestî dest bi karê xwe kiriye û kilîtdankên bi sembolên Kurdî hatine xemlandin çêdike.

Di dawiyê de Çaçan bal kişand ku ew ji zarotiya xwe de, bi karê kilîlsaziyê re mijûl dibû û ji ber destek dayîna malbatê wî bi hezkirineke pir mezin dest bi karê xwe kir.