Pirtûka der barê qirkirina Êzidiyan '97 Ferman'

Nivîskarên Kurd Ahmet Tîgrîs û Rojîn Zarg du salan dîrok, çand, kevneşopî, ola Êzidiyan û qirkirina li dijî wan hate kirin lêkolîn kirin û bi navê "97 ferman" kirin pirtûk.

Rojîn Zarg a li Şaredariya Amedê wezîfedar, ji bo alîkariyê bide Êzidiyên ji Şengalê reviyan û hatin Amedê hate wezîfedarkirin. Di nava vê demê de guh da jinên Êzidî û biryar da ku trajediyên bi serê wan ve hatiye bike pirtûk.

Ji bo pirtûka ji hevpeyvînên bi jinan pêk tê ji nivîskar Ahmet Tîgrîs dixwaze ku pêşgotinê binivîsîne. Ji ber ku der barê Êzidiyan de zêde agahiya xwe nîne Tîgrîs jî biryarê dide ku dîroka Êzidiyan lêkolîn bike.

Di beşa destpêkê ya pirtûkê de Tîgrîs dîrok, cografya, ol, çand û kevneşopiya Êzidiyan, her wiha komkujî û qirkirinên li wan hatine kirin vedibêje. Di beşa duyemîn a pirtûkê de jî hevpeyvîna Targ a bi 35 jinên Êzidî re kiriye hatiye weşandin.

ÊZIDÎ 97 CARAN HATIN QETILKIRIN

Tîgrîs anî ziman ku heta niha dihate zanîn ku 72 ferman li Êzidiyan rabûne, lê belê di lêkolînên xwe de tespît kiriye ku 97 ferman li Êzidiyan rabûne lewma navê pirtûkê kirine 97 Ferman.

Tîgrîs diyar kir ku wan di pirtûkê de komkujiyên di dema Osmanî de li herêmên Wêranşar, Êlih û Serhedê hatine kirin nirxandine û got, "Komkujiya herî mezin a li dijî Êzidiyan dema ku artêşên Îslamê ketin nava Îranê, Anatoliyê û Kurdistanê hate kirin. Komkujiya duyemîn a herî mezin jî li Şengalê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate kirin. Mogolan jî berê li Şengalê komkujiyên mezin kirin. Perestgeh û gund şewitandin. Di dema Osmanî de Kor Mûhammed Paşa ku bi xwe Kurd bû kesekî gelekî oldar bû û Êzidî qir kir. Li Cizîrê jî Bedirxan beg tevî ku ji bo ziman û wêjeya Kurd karên gelekî kêrhatî kirin jî bi xemgînî dibêjim ku di salên 1940'î de zilm li Êzidiyan kirin."

Tîgrîs ragihand ku Osmaniyan jî ferman dan paşayên xwe yên li Mêrdîn, Mûsil û Amedê ku Êzidiyan qetil bikin.

FELAKETÊN MEZIN BI SERÊ WAN VE HATIBÛN

Rojîn Zarg jî anî ziman ku du sal û nîvan ew bi Êzidiyan re xebitî û got, "Destpêkê xwe gelekî vedigirtin. Me nikarîbûn wêneyekî jî bikişînin. Felaket û trajediyên gelekî mezin bi serê wan ve hatibûn. Hinek ji wan digotin ku dixwazin dawî li jiyana xwe bînin. Bi kesî piştrast nebûn. Bi rojan ji Şengalê meşiyan û xwe gihandin Amedê. Dema ku em bi Kurdî bi wan re diaxivîn xwe nêzî me kirin. Qala serpêhatiyên xwe kirin. Li kampên li Iraqê jî me hin hevdîtin kirin."

'NE JI KOMA PKK'Î BÛYA WÊ EM HEMÛ QETIL BIKIRA'

Zarg ragihand ku Êzidiyên li kampan diyar kirin ku dema li Şengalê bûn navê PKK'ê nebihîstibûn û got, "Ez bi polîsên wan re axivîm. Gotin, 'Eger ne ji koma PKK'î ya ji 17 kesan bûya wê em hemû qetil bikira'. Qala du jinên hatin wê deverê kirin. Jinan ji Êzidiyan re gotine, 'li xizmên xwe bigerin û ji wan re bêjin ku bi hezaran gerîla li çiyê ne'. Gotin, 'bila DAÎŞ vê bibihîze ku newêribe êrîşî vê derê bike'. Êzidî bûne heyranê aqil û taktîka jinan."