Pirsgirêka gilêşa plastîk li Elmanya çêbûye

Li Elmanyayê, ku Elman dibêjin li Ewropayê li dijî germbûna global bi 'rista pêşengiyê' radibin, gilêşa plastîk tenê 1 ji 6'ê wan tê veguherandin. Bi rawestîna îxracatê re wê pirsgirêka gilêşê mezintir bibe.

Li gorî xebata bi navê 'Atlasa Plastîkê' ku saziya Yekîtiya Berevaniya li Hawîrdor û Sirûştê ya Elmanyayê (BUND) û Weqfa Heînrîch-Bol bi hev re weşandine, nêzî 16 ji 100'î ya gilêşa li welêt bi veguheradinê dîsa têne bikaranîn. Li gorî vê birekî zêde yê gilêşa plastîk tê şewitandin û beşê din difiroşin welatên din.

Li gorî xebatê, li Elmanyayê rêjeya gilêşa plastîk ku tê veguherandin 45 ji 100'î ye. Lê hate diyarkirin ku ev rêje rêjeya wan gilêşa plastîk e ku ji wan şîrketan re tê şandin ku veguherandinê dikin û rêjeya rastîn a veguherandinê 15,6 ji 100'î ye.

Li gorî xebatê li tevahiya cîhanê di navbeyna salên 1950-2015'an 8,3 trilyon ton plastîk hate hilberandin. Ev jî tê maneya ku serî kesekî 1 ton plastîk hatiye hilberandin.

Di xebatê de her wiha hate gotin, plastîkên ku ji bo yek carê têne hilbernadin pir zêde ne û tenê şîrketa Coca-Colayê salê 88 milyar şûşeyên plastîk hilberandiye.

GILÊŞA PLASTÎK DIFIROŞIN WELATÊN DIN

Tê zanîn ku gilêşa plastîk dibe sedema ku qira celebên ajal û nebatan were, bandorê li germahiya global dike. Her wiha ji ber hilberandina plastîkê heta sala 2050'î li atmosferê wê 52 gîga ton karbondîoksît çêbibe.

Her çendî hikûmeta Angela Merkel bi salan e digot li dijî germahiya global ew bi 'rista pêşeng' rabûne jî, mezaxtina li Elmanyayê ya ku dayî avhewayê û hawîrdorê nikare dabîn bike. Tê texmînkirin ku li Elmanya serê kesekî 200 kîlogram gilêş dikeve, vegurandina plastîkê jî kêm dimîne.

Elmanya ya ku bi salan e gilêşa plastîk difirot Çînê, piştî ku Çînê nema kirî û Malezya ya ku di rêza duyan de jî kirîn kêm kir, êdî pirsgirêkeke giran a plastîkê wê li Elmanya çêbibe.