‘Pêwîst Ocalan tavilê serbest bê berdan’

Kox ê di daxuyaniya ku bi wesîleya 3. salvegera çalakiya Nobeta ji Ocalan re Azadî de axivî got: “Pêwîst e Ocalan tavilê serbest bê berdan.”

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd 3 sal li pey xwe hişt. Bi wesîleya 3. salvegera çalakiyê li ber Konseya Ewropayê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Serokê Koma Çep a MPKE Tiny Kox got: “Merheleya ku têkoşîna gelê Kurd ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo herêm û cîhanê gihiştiyê tê şopandin. Pêwîst e Rêberê Gelê Kurd Abdullah tavilê serbest bê berdan.”

“Nobeta ji Ocalan re Azadî “ a 25’ê Hezîrana 2012’an ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir 3 sal li pey xwe hişt. Çalakî xwedî taybetmendiya çalakiya ku ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn bênavber bû. Di daxuyaniya çapemeniyê de li gel çalakvanên “Nobeta ji Ocalan re Azadî” Kurdistanî, dostên wan, Serokê  Koma Çep a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE)  Tiny Kox, Alîkarê Serokê Koma Çep a MPKE parlamenterê Elman Andrej Hunko, wezîrê berê yê tenduristiyê yê Îzlanda û endanê MPKE Jonaşon Ogmundur, ji partiya Çep a Swêd, yek ji endamên MPKE Lotta Johnson Fornerve, ji SYRIZA endamên MPKE; Anagnostopoulou Athanasia, Katrivanou Vasiliki, Kavvadia Ioanneta, heyeta koalîsyona Gurcistan, Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade, Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun, parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebru Gunay, ji “Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ’Havîn Guneşer,  Serokê Komeleya Dostên Gelê Kurdan Bernard Revolan, fîlmçêker  Luîs Mîranda amade bûn.

Serokê Koma Çep a MPKE Tiny Kox got: “Merheleya ku têkoşîna gelê Kurd ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo herêm û cîhanê gihiştiyê tê şopandin. Pêwîst e, Rêberê Gelê Kurd Abdullah tavilê serbest bê berdan.”

HUNKO: EM LI CEM GELÊ KURD IN

Alîkarê Serokê Koma Çep a MPKE’yê  Andrej Hunko jî got: “Em li cem gelê Kurd in.”Hunko  her wiha dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew pir serbilindin ku piştgiriya tam dane HDP’ê.

Hunko wiha dewam kir: “Em li cem têkoşîna gelê Kurd a di şexsê Birêz Ocalan de tê meşandin cih digirin û em ê vê bidomînin.”

Ji Yewnanîstanê ji SYRIZA endamê MPKE’yê Anagnostopoulou Athanasia jî wiha axivî, “SYRIZA azadiya Serok Ocalan ji ya gelê Kurd cuda nagire dest. Bi vê wesîleyê me di her şert û mercî de azadiya Serok Ocalan û têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd parast û hîna jî diparêzin. Lewra HDP jî di nav de gelê Kurd ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo demokratên Tirkiyeyê û pêşverûyên cîhanê jî têkoşînê dimeşîne.”

KOALÎSYONA ÇEP A GURCISTAN: BIRÊZ OCALAN MANDELA YE

Di axaftina bi navê mêvanê Koma Çep a MPKE’yê heyeta koalîsyona çep a Gurcistanê de jî hat diyarkirin ku Mandela ji bo Afrîka Başûr û gelên cîhanê çi be Rêberê Gelê Kurd Ocalan jî xwedî heman nirxî  ye.

Her wiha di axaftinên hat gotin,  “Em têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd dimeşîne weke têkoşîna xwe dibînin û xwedî lê derdikevin.”

“Nobeta ji Ocalanre Azadî” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve dewam dike. Weke çalakiyeke timî û dorveger berdewam dike.

...