Pêşangeha Kapçak 16’ê Mijdarê vedibe

Pêşangeha Kapçak 16’ê Mijdarê vedibe

Pêşangeha Retrospertîf a Mehmet Kapçak ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin danheva hunerî ya ji sala 1970 û heta îro ya hunermendî pêşkêşî hunerhezan dike.

Pêşangeha ku kuratoriya wê Koordînatorê Galerya Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin Bariş Seyîdvan dike tê nîşandan. Seyîdvan derbarê hunermend Kapçak de axivî û bal kişand ku di gerdûnê de her tişt li ser hevsenga dijberiyan daniye û got, “Nehevsengî çav û mejî aciz dike. hişyarkirina çav û mejî dibe ku bi xwe re dijberiyan bîne.” 

Seyîdvan nêrîna hunerî ya Kapçak şîrove kir û da zanîn ku, mirov bi dîdbarî û ramanî tim li hevsengê geriyane û got nehevsengî jî “xirabî, xeletî, jêkvebûn”ê bi xwe re peyda dike. Seyîdvan wiha got: “Çav û mejî ji nehevsengiya aciz dibin û dema ku di dirûvî de, rengî de, livyanê de, zelal-tarî de hevseng peyda kir rehet dibe.”

Pêşangeh 16’ê Mijdarê roja Şemiyê di demjimêr 17:20’ê li Galeriya Hunerê ya Amedê tê vekirin û heta 16’ê Kanûnê vekiriye. Galerya ji bilî roja Duşemê her roj vekiriye.