'Perwerdeya bi zimanekî biyanî, rê li ber neyiniyên derûnî vedike'
'Perwerdeya bi zimanekî biyanî, rê li ber neyiniyên derûnî vedike'
'Perwerdeya bi zimanekî biyanî, rê li ber neyiniyên derûnî vedike'
Mamosteyên dibistanên binarên Qendîlê destnîşan kirin ku perwerdeya bi zimanekî biyanî bandoreke neyînî li derûniya zarokan dike û gotin, "zarokekî/e ku bi zimanê dayikê perwerdeyê nebîne heya dawiya temenê xwe di hêla xwe xwe îfadekirin û fêrbûnê de gelek zor û zehmetiyan dikşînin."
Mamosteyên dibistanên seretayî yê li Qendîl, derbarê perwerdehiya zimanê dayikê, rewşa li Rojava û Kongreya Neteweyî de pirsên ANF'ê bersivandin. Mamosteyan diyar kirin ku zarokekî/e ku bi zimanê dayikê perwerde nebîne heya dawiya temenê xwe di hêla xwe îfadekirin û fêrbûnê de gelek zor û zehmetî dikişîne.
Girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê çi ye, zarokên ku bi zimanê xwe yên dayikê perwerde nabin di aliyê psîkolojîk de çawa bandor dibin?
Li Binarê Qendîl li Dibistana Gundê Zergelê Mamoste Hesen: Li dibistanê bingehîn a girêdayî Sergelê ya binarê Qendîlê xebata perwerdeyê dimeşînim. Weke mamosteyekî Binara Qendîl wexta ku em li hemû miletan dinêrin her miletêkî zimanê wê yê taybet heye ku jê re zimanê dayikê tê gotin. Zimanê me jî zimanê şîrin ê Kurdî ye. Niha em li dibistanên xwe bi zimanê xwe dixwînin û diaxifin û di vî alî de em dikarin bêjin em azad in. Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk bi her şiklî pêşî li zimanê Kurdî digire. Gelê Kurd li Bakur xwedî mafê xwazayî ne ku bi zimanê Kurdî biaxifin û bixwînin. Ji ber ku pêwîst e ew jî li welatê xwe bi çanda xwe bijîn. Lê em dibînin ku li ser axa xwe zimanê wan hatiye qedexekirin. Hemû pirtûk û destûr bi zimanê Tirkî li ser wan tê ferzkirin.
Eger ji aliyê derûnî ve li vê pirsgirêkê binêrin, xwendekarên ku li Bakur bi zimanê Tirkî dixwînin neçar dibin ku bi zimanê Tirkî ku bi zorê li ser wan tê ferzkirin bixwînin. Ev ji bo wan astengiyeke mezin çêdike. Ji bo vê kar û têkoşîn pêwîst e, ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî ji ber ku ferzkirina zimanê biyanî li ser xwendekaran bandorên nebaş dike.”
Li Binarê Qendîl li Dibistana Gundê Zergelê Mamoste Hêmin: Pêwîst e li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, dewlet zimanê Kurdî weke zimanê perwerdê qebûl bike. Pêwîst e bi awayekî fermî zimanê Kurdî li dibistanan were bi cihkirin. Pêwîst e zarok bi zimanê xwe bixwînin û binivsînin. Em li Başur di aliyê perwerdeya bi zimanê dayikê di rewşeke azad de ne. Zarokên me di zarokatiya xwe de bi zimanê Kurdî perwerde dibin. Ev ji aliyê fêrbûnî ve bandorên girîng li ser zarok dike. Însan hebûneke wisa ye ku li her welat û axê de were cîhanê, ji aliyê av û hewa ve û kevneşopiya wî welatî digire. Weke nimune Kurdên ku li welatê xwe têne cîhanê pêwîst e bi zimanê dayikê bixwînin . Lê ev zarokên Kurd ku zimanê Tirkî bi wan didin xwendin, bandorên negatîf li ser wan çêdibe. Ji ber ku zimanê dibistanê bi zimanê malê ve cuda ye û li dibistanê nikare zimanê Kurdî bi kar bîne û ev jî ji aliyê fêrbûnê ve bandoreke nebaş li ser zarok çêdike. Însan xwedî hebûneke wisa ye ku her tiştê bi zorê li ser bê ferzkirin zehmet dikare wergire. Ji bo nimûne eger karek bi zorê were kirin encama wî baş nabe. Lê eger mirov zimanê Kurdî bi kar bîne, bi hezkirin û kêfxweşî erkê fêrbûnê û yên din pêk tîne û kêfxweşî fêr dibe û ji aliyê psîkolojîk de jî lê li ser fêrbûna zarok tesîreke erênî çê dibe. Eger berevajiya vê be dibe ku bandorên nêyînî heya asteke were ku heya mezinbûne bandorê wê bimine û însan nikare fikrên xwe diyar bike, bide der û hemû tiştên dixwaze nikare binivsîne û bixwîne.
Li Binarê Qendîl Dola Balayan Gundê Rezêka Mamoste Serbaz Ehmed: Dixwazim destpêkê vê bêjim ku têkoşîna Bakurê Kurdistan gihiştiye asteke ku bandora xwe li ser her qadê jiyanê bike. Taybet li Bakur zarok gihîştine astê ku êdî ferzkirina dewleta Tirk qebûl neke û daxwazên mafê nasnameya xwe bike. Heta eger em ji aliyê dînê ve jî bimezînin, hemû mirov bi azadiya xwe hatine xuluqandin û hemû neteweyên cuda azad in ku bi zimanê dayikê bixwînin. Gelê Kurd jî ji wan gelan yek e ku xwediyê çand û dîrokeke xurt e. Li Rojhilata Navîn xwediyê zimanekî kevnar e. Tevî hemû çewisandinên heya niha li ser ziman û çanda wî hebûye ew qas dewlemend e ku li ser piyan maye û di asta cîhanê de bi nav û deng e. Em, niha dibînin yek ji aliyê ku dixwazin Kurd pê zeîf bikin ziman e. Bi sala ye bi hemû şiklan û bi mesrefekî zêde hewl didin ev zimanê ku di herêmê de ew qas girîng e bihelînin û tine bikin. Di despêkê de jî bi perwerdeya zarokan dest pê kirine, ji ber ku zêhniyet û derûniya zarokan paqij û ron e. Dixwazin di dest pêkê de vê tarî û zeîf bikin. Eger zimanekî din li cihê zimanê Kurdî biba mumkun bû ku heya niha têkçûba. Lê ji ber dewlemendiya ziman tevî hemû çewisandinan, hê jî zindî ye û bandora dijmin her roj li ser zeîf dibe. Ji ber wê jî dewletên li herêmê planên wan ew e ku di destpêkê de li ser zarokan tesîr bikin. Em dibînin di parçeyên din de jî weke Rojhilat ev marş û sonda ku ji zarok re tê dayin li ser zêhniyeta Ferstiyê derveyê Fersbûn û Îranîbûnê her tiştê ji mejiyên zarokan derdixin. Li Bakûr jî zarok tê neçarkirin ku her Tirk be. Li ser navê vê sond didin xwerin. Berovajî, hem li îran û hem li Tirkiyê derveyê Fers û Tirk an gelek neteweyên din hene ku xwediyê çand û zimanên zindî û dewlemend in. Lê asta pêşketina fikrî ya îro rê ji bo têkçûna wan hemû astengiyan vedike. Di encam de jî em dibînin ku li Bakur gelê Kurd Hebûna xwe bi her awayi nîşan dide. Tevî hemû çawisandinan mafê ziman ku herî mafekî seretayî ye hewl didin jê bigirin. Lê gelê Kurd bi berxwedanên demokratîk dixwaze wan mafan bi dest bixe û bi hemû cîhanê nîşan dide ku gelekî ji wan pêşketîtir e. Dijmin bi şêweyên herî hovane qirkîrinên çandî li ser gelê Kurd ferz dike. Lê gelê Kurd bi çalakiyên herî demokratîk ji bo mafên xwe israr dike. Ev têkoşîn jî têkoşîneke pir pîroz e. Em jî li vir bang li gelê Kurd û çarpaçeyên Kurd dikin û bi awayekî topyekûn piştgirî li vê têkoşînê dikin. Divê em li ser vî esasî bigihên wê yekîtiyê ku êdî zimanê Kurdî ewqas neyê paşxistin û biçûk neyê dîtin û ji bin çewisandinê derkeve. Em jî dixwazin bi ziman û çanda xwe zarokên xwe perwerde bikin. Em li ser esasê ku hemû kesên ji bo vê mafê bi dest bixin têkoşîn didin spasiya xwe radigihînin. Ji ber ku ev têkoşîn ne tenê xizmeta gelê Kurd dike, dikeve xizmeta tevahiya gelên Rojhilata Navîn.
Di rastiya xwe de ev tasfiyekirina nijadî ye. Yanî bi vî şîklî dixwaze di zêhniyata zarok de vê îsbat bike ku Kurdbûn şerm e; ew Ereb e, Tirk e. Di encam de dibe sedem ku zarok ji hebûna xwe şerm bike. Ev tesîr jî heya dawî li ser zarok dimîne. Yanî di zêhniyetê kesê Kurd de vê diçînin. Weke pêşiyên Kurdan jî dibêjin, ‘taybetmendiyên şîrî heya pîrî…’ ev bi zêhniyeteke zanistî analîtîk tê kirin. Mînak li Rojhilat û Îran dibe sedem ku kes û ciwan bi zimanê Fersî serbilind be. Ev di qada hunerî de jî xwe nîşan dide . Li Bakur jî ev tesîr li ser zarok wisa ye. Ev şerekî psîkoliojîk e ku li ser zarokê kurd tê pêkanîn . Di encam de perwerdeya bi zimanê Tirkî û Fersî û Erebî dibe sedem ku zarok ji kesayetiya xwe şerm bike Bi vê rêbazê dagirker Kurdistanê ji hindur ve dagir dikin. Lê em bi xwe bawer in ku gelê Kurd ji vê hê şiyartir e ku di bin tesîra şerê taybet de namîne. Eger wisa nebûya pêncî sal berê pêwîst bû gelê Kurd tine biba û bihela. Lê em dibînin ku timî pêş dikeve û têkoşîna xwe ber fireh dike ev hewldanên dijmin li ser zarokan, karekî ne însanî ye û dîktatorî û dagirkeriya wan zêdetir aşkere dike. Em jî bawer in ku gelê Kurd van hemû astengiyan derbas bike û zarokên Kurd di hemû parçeyên Kurdistanê de bikaribin li hemberê van êrîşan li ber xwe bidin û pêşî li helandinan bigirin.
Li Binarê Qendîl Dola Balayan Mamosteyê Dibistana Gundê Rezêka Karox Osman: Ziman qebiliyetek e ku mirov li ser ruyê erdê ji hebûnên din cuda dike. Kurd jî weke her neteweya cîhanê zimanê xwe heye. Ev ziman, zimanê têgihîştinê û zimanê têgehan e. Lê di encama her du şerên cîhanê û pêvajoya piştî wê de Kurdistan bûye çar parçe û parçeyê Bakûr ji ketiye bindestê Tirkan. Ev parçe xwediyê şêniyeke zêdetirî 25 milyon e û zimanê wan ê dayikê Kurdî ye. Lê dema dixwînin û ji bo jiyana rojane pê diaxifin neçar in Tirkî bi kar bînin. Zimanê Kurdî tenê li herêmên çiyayî yên Bakûr bi şiklekî rehet tê axifîn. Bi taybet ew faktora ku ziman, çand û edebiyata Kurdî diparêze Hêza Parastina Gel e yanî PKK ye. Tenê wan kariye heya niha parastineke şidayî ji bo zimanê Kurdî bikin. Li gorî min ew zulma ku li ser zimanê Kurdî li Bakûr tê kirin, ji nijadkujiyê, ji jenosîde û ji kuştinê aqlê însan, ji kuştinê fîzîka mirov, ji enfalê ne kêmtir e. Ji ber ku kuştinê ziman têkbirinê ziman, dagirkirinê çand, dagirkirinê ziman dagirkirina tevahiya çand û dîroka neteweyekê ye; niha li Tirkiyê jî ev tê kirin. dibînin ku niha li Tirkiyê Bakûr dema zarok diçin dibistanê sondek bi zarokan didin xwarin ku ev li ser berjewendiya Tirkbûnê û Tirkirinê ye û paşê jî heya ku zanko diqedîne bi zimanê Tirkî dixwîne. Yanî xwendevanek di pêvajoya xwendina xwe de bi navê Kurdî tiştekî nabîne. Niha pêvajoya li Tirkiyê û Bakûr bi navê çareseriyê tê pêşxistin ne ji ber başbûn an jî înîsiyatîfa Erdoxan û AKP ye li gorî min sedem ew e ku têkoşîna gel û PKK’ê neçar hiştiye ku ev pêvajo di vê astê de were meşandin. Li gorî min ji bo çareseriya aştiyanê pêwîst e hikumeta Tirkiyê hê zêde hewl nîşan bide.
Li Rojava Şoreşek tê jiyîn û berxwedanek heye. Gel li ber xwe dide. Pêwîst e parçeyên din û taybet jî Başûr çawa helwest bistîne. Heya niha ev helwest çawa bûye?
Mamoste Hesen: Li ser Rojava em ji her beşeke civakê çi mezin çi biçûk pêwîst e bi birayên xwe yên li Rojava re alîkar bin. Ji ber ku niha pêwîstiya wan, bi me heye. Ez bawer im hemû gelê Kurd ji bo vê amade ye. Rejîma Suriyê û çete bi şiklekî hovane êrîşî Kurdan dikin. Em bi hemû şiklekî pişgirî ji bo gelê Rojava hem di aliyê madî û hem jî di aliyê manewî de dikin. Eger em xwe weke Kurd dizanin pêwîst e bê cudahî alîkariya Kurdan li her çar paçeyên Kurdistanê bikin. Em weke mamoste û xwendevanê Binarê Qendîl ji rewşa ku Kurdên Rojava pê re rû bi rû mane ecz in, pê xemgîn dibin. Ez Hêvîdarim ku gelê Kurd karibe vî parçeyê jî azad bikin, heya ku Kurdistan bi tevahî Rizgar bibe.
Mamoste Hêmin: Niha Rojava rû bi rûyê krîzên cuda ye. Ji aliyê dewlet û çeteyên ve bi her awayê êrîşekê ve rûbe rû ye. Di van şertan de divê hikumeta herêmê bi her şiklê alîkariya gelê Rojava bike. Milet û kes jî pêwîst e erkê xwe neteweyî pêk bîne. Pêwîst e alîkarî bi şiklek be ku bibe sedem ku gel êdî koçber nebe û li ser axa xwe bimîne. Ji ber ku Rojava were valakirin wê ev ê di zererê gelê Kurd. Ji ber ku dewletên dagirker ên Kurdistanê çavên wan li vir e û naxwazin Rojava rizgar bibe. Ji ber ku azadiya Rojava dibê sedeman azadbûna parçeyên din. Pêwîste em ji her alîyî ve alîkar bin. Em sipasiya wan kesên ku alikariya Rojava kirine dikin. Bi taybet divê di aliyê qût û madeyên tendirustiyê de alikariyeke xurt were kirin.
Mamoste Serbaz Ehmed: Ev pêşketinên li Rojava bûye sedema ku morala her Kurdî bilind bibe. Kurdê ku bi vê nerehet be em dikarin jê re bêjin cehş. Ji ber ku ev qonax ji bo gelê Kurd pir hesas û girîng e û di heman demê de jî pir xeter e. Ji ber wê jî pêwîst e hemû gelê Kurdistanê di vî aliyê de pir şiyar be ku ev qonax bi serkeftî bigihê armancê xwe. Em di vir de pêwîst e xwe rexne bikin û rexneyên aliyan jî bikin ku me nikariye guherînên li Rojava hezim bikin. Ji ber ku helwesta me di astekê de zeîf de maye û me bi başî nenirxandiye. Ji ber vê yekê ji gelê Başûr dixwazim ku ji bo van pêşketina zêdetir xwediyê helwest bin. Ji ber vê jî pêwîst e hem di astê kes û ji aliyê partiyan ve jî pêwîst e hê şiyar nêzî Rojava bibin ku bigihîn armanca neteweyî. Ev agahiyên di aliyê ziman û perwerdehiyê de ji Rojava digihên me, me pir kêfxweş dike. Ji ber ku li vir gelê Kurd bingehê perwerdeya xwe xurt dike. Eger em di vê pêvajoyê de ku yekitiya neteweyî di rojeva me de ye jî -ku bi taybet pêwîst li vir pêk were-. Ji ber ku ev ji berjewendiyên her Partiyê girîngtir e. Pêwîst e em di asta neteweyî de lê binêrin. Weke li Başur di destpêkê de pêk hat bi zimanê dayikê perwerde çêbû li Rojava jî çêdibe. Em jî hêvî dikin ku ev têkoşîn bigihê encamê ku zimanê Kurdî jî li Suriyê bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Divê her parçê vê destek bike. Ku destkeftên kurdan li Rojava were parastin.
Mamoste Karox Osman: Rojavayê Kurdistanê niha di aloziyeke Mezin re derbas dibe. Ev parçe di encama her du şerên cîhanê de ji axa weletê ku jê re Kurdistan tê gotin bi temamî hatiye qetandin. Ev bûyer û bi giştî parçekirina Kurdistanê ji bo gelê Kurd û welatê Kurdistanê ku beriya wê li Rojhilata Navîn xwediyê çand û dîrokeke mezin bûye, bûye derbeyeke mezin. Îro jî ev parçeyê welat di bin destê Suriyê de ye ku krîza mezin ku Suriyê di nav de ye ew jî jiyan dike. Bi her awayê alozî tê jiyîn. Gelê Kurd ji ber şer û pirsgirêkên aborî dest bi koçberiyê kiriye. Li gorî min niha ew her du bajarên me yên weke Serê Kaniyê û Qemişlo Lenîngradek in yan jî Heleçe û Hîroşîmayek in. Ji ber vê yekê ne tenê,Başûr her Kurdê ku li cîhanê divê Rojava hembêz bike. Başur û bi taybet jî hikumeta herêmê ku Kurdistana Başûr ji aliyê dewlemendî û hatina aborî ve xwediyê derfet e, dikare û pêwîst e jî, hê zêde alîkariya Rojava bike. Bi taybet jî ew bajarên Rojava yên ji aliyê Îslamiyên radîkal û rejîma Suriyê ve tên xirakirin divê alîkarî bigihe wan deveran. Li gorî min divê hêzê pêşmerge ji bo ku Kurdên wê derê biparêze were şandin. Yan jî ji bo ku ew dever ji Kurdan neyên xalî kirin dikare di aliyê madî de alîkarî ji bo şaradariyên wan deveran were kirin. Eger ev nebe dema ku gel ji neçarî koç bike ev dibe sedem ku dubara ji bo Erebandina herêmê şert û merc guncawtir bin. Ji ber ku li gorî min hêzên ku piştî Esed werin ser hikum jî di vî aliyê de dê bi heman awayî tevbigerin. Ev demeke dirêj e ji bo Kongreya Neteweyî xebat hene. Girîngiya vê kongreyê ji bo Kurdan çi ye?
Mamoste Hesen: Ez hêvîdarim di vê kongreyê de hemû pirsgirêkên Kurdan çareser bibin.
Mamoste Hêmin: Li Kurdistanê de ti car yekîtiya Kurdan çênebûye. Ji ber ku di dîrokê de ji dêmên kevin heya niha serdesten Kurdistanê ji bo têkçûn û parçekirina yekîtiya Kurdistanê hewl didin. Lê em hêvî dikin yekîtiya neteweyê Kurd ku li Başur pêk tê bi ser keftî bigihîne armanca. Ji ber ku ev kongre çêkirin pir girîng e. Ji ber ku heya niha hêzên derve hemberê vî tiştî astengiyên mezin derxistine. Yekîtiya Kurdan çênebûye sedem ew e ku her tim hêzên derve destwerdaye. Em hêvîdar in ku vê carê bi dersên ji dîrokê hatine wergirtin, gelî Kurdistanê wê destên derve li ser Kurdistanê qut bikin. Ji ber ku dewleta Ereb, Tirk, Fers diji vê yekîtiyê ne. Ev kongreya ku wê pêk bê dibe sedem ku parçeyên Kurdistanê yekîtiya wan bi hêz be û yêkbûn pêk were . Têkoşîn û berxwedan ji bo parçeyên bindest in ê xurt bike. Ji bo gelê Kurd ev erkeke dîrokî ye. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ev hewldan bi serkeftî bigihe aramanca xwe.
Mamoste Karox Osman: Ji bo kongreya neteweyî, rewşa Rojava ji bo ku di aliyê berjewendiyên Kurdan de were çareserkirin divê kongreya neteweyî were li darxistin û bigihîje yekitiyeke neteweyî. Tenê Kongreya neteweyî dikare aloziya Rojava bi dawî bike.