'Pergala tenduristiyê ya AKP’ê civakê nexweş dike’
Sekretera Şaxa SES’ê ya Îzmîrê Gulistan Kiliç diyar kir ku hikûmeta AKP’ê qada tenduristiyê li gorî polîtîkayên sermayeyê bi rê ve dibe û propagandaya ‘tenduristiya bê pere’ rastiyê nîşan dane.
Sekretera Şaxa SES’ê ya Îzmîrê Gulistan Kiliç diyar kir ku hikûmeta AKP’ê qada tenduristiyê li gorî polîtîkayên sermayeyê bi rê ve dibe û propagandaya ‘tenduristiya bê pere’ rastiyê nîşan dane.
Sekretera Şaxa SES’ê ya Îzmîrê Gulistan Kiliç diyar kir ku hikûmeta AKP’ê qada tenduristiyê li gorî polîtîkayên sermayeyê bi rê ve dibe û propagandaya ‘tenduristiya bê pere’ rastiyê nîşan dane. Kiliç bi lêv kir ku beşeke mezin a civakê nexweş e û xebatkarên tenduristiyê jî rastî xesp û binpêkirinan tên.
Sekretera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ya Îzmîrê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ya tenduristiyê nirxand…
AKP HERÊMA CEMAWERÎ TASFIYE KIR Û JI SERMAYEYÊ RE VEKIR
Kiliç destnîşan kir ku sedema sereke ya di qada tenduristiyê de tê jiyîn ‘projeya veguhestina tenduristiyê’ ya ku AKP hewl dide ji sala 2002’an heta niha pêk bîne û got: “Hikûmeta AKP’ê bi bernameya veguhertina tenduristiyê re di rastiyê de bi polîtîkayên neolîberal qada cemawerî tasfiye kir û xwest qada taybet re cihekî veke. Xwest ji ser tenduristiyê ji sermayeyê re cih veke.
Pêkanîna Hekîmtiya Malbatî, avakirina yekineyên nexweşxaneyên cemawerî, pergala performans, pergala sermayeya lêveger; ev hemû gav bi gav, pêngavên ku tenduristiyê taybet dikin û tenduristiyê ji sermayeyê re vedike.
Van pêkanînan hem bandor li ser xebatkaran û hem jî li ser gel bandorek cidî vekir. Li Îzmîrê li Zanîngeha Ege û 9’ê Eylulê û Nexweşxaneya Bozyaka grev hene.”
PIRSGIRÊKA PERGALÊ HEYE
Kiliç wiha berdewam kir: “Xebatkarên vê nexweşxaneyê li dij barê kar û pergala angarya serî hil didin. Hevalên me yên asîstan li Îzmîrê grevên xurt kirin. Hinek maf bidestxistin lê bi giştî pirsgirêk di cihê xwe de ne. Dema mirov ji vir ve dinêre, dibîne pirsgirêka pergalê heye. Gelek hevalên me her roj diçin mesayiyê û mehê ji 6-7 carî zêdetir nobetê digirin. Gelek xebatkarên tenduristiyê li serwîsên cuda bicih kirine û li serwîsên ku nizanin xizmetê didin. Dîsa ji bo bêhnvedanê, dema bêhnvedanê, kalîteya odeyên wan ne baş in. Îro daxwaza herî mezin a xebatkaran ‘naskirina xebata fîîlî’ ye. Xebatkar diyar dikin ku di bin şert û mercên giran de dixebitin, bi şev û dawiya hefteyan jî dixebitin.”
EM TEQAWÎT NABIN
Kiliç got ku pereyên ji bilî meaşê yên ji bo xebatkaran tên dayîn ji ber ku piştî meaş û teqawîtbûnê nayê nîşandan rê li ber pirsgirêkên mezin vedike û got: “Pereyên bi navê sermayeya veger tê dayîn, li ser hêza kar tê dayîn, ev pereyê tê dayîn hatiye rastkirin û ev jî pirsgirêkê çareser nake. Xebatkar dema nexweş dikevin an jî destûrê digirin meaşê wan tên birîn. Gelek hevalên me yên ku temenê wan ên teqawîtbûnê hatine û dixebitin hene. Ev hevalê me neçarin bixebitin ji ber ku ji sermayeya veger fêdeyê digirin. Ger teqawît bibin vê negirin.”
Kiliç bal kişand ser pirgirêka hekîmên asîstan jî û got: “Ev nobetên dirêj yên pêk tên heta 36 seatan dirêj dibe.” Kiliç destnîşan kir ku teknîsyenên radyolojiyê ku mesayiya wan rojê 5 saet in, mesayiya wan derxistine 7 saetan û ji ber vê dema dirêj teknîsyen bi stan rastî radasyonê tên.
BEŞEKE MEZIN A CIVAKÊ NEXWEŞ E
Kiliç bal kişand ser îstatîstîkên qeydên cerahî, tomografî û MR yên beriya 2002 û piştî wê û got: “Rêje gelek zêde bûye. Mirovan matmayî dihêle. Ev jî nîşan dide ku bêtenduristîbûnek vê hildiberîne. Mirov dinêrin ku gelek tişt hatine kirin lê hê beşek mezin a civakê nexweş e. Ev encam jî nîşan dide ku ev pisgirêkek pergal^ye.”
DEWLET JI SER DERMANXANEYAN PERE JI NEXWEŞAN DIGIRE
Kiliç di berdewamiya axaftina xwe de got ku kesên sîgorteya wan a tenduristiyê hene dema diçin nexweşxaneyê li gorî rewşa nexweşxaneyê pereyê dermankirinê ji wan tên girtin û got: “Ev pere jî ji ber ku ji dermanxaneyê ji we tê girtin, wekê ku hûn pereyan nadin SGK an jî nexweşxaneyê nîşan didin.”