Parka Mehmed Uzun hate vekirin
Parka Mehmed Uzun hate vekirin
Parka Mehmed Uzun hate vekirin
Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê biboneya salvegera wefata nivîskarê Kurd Mehmed Uzun parka Mehmed Uzun hate vekirin.
Nivîskarê Kurd Mehmed Uzuan ku di sala 2007’an de jiyana xwe ji dest da, Şaredariya Yenîşehîrê biboneya 6’mîn salvegera wefatê de parka binavê Mehmed Uzun bimerasimekê vekir.
Alîkarê Hevserokên BDP’ê Parlementerê Mûşê Demîr Çelîk, Serokê Giştî ê PEN’ê Şêxmûs Sefer, rêveberên bajar û navçeyên BDP’ê, Şaredar, endamên meclisê, hevjîna Mehmed Uzaun Zozan Uzun, xwezîr û mamê wî Celal Uzun, her wiha di nav de nûnerên gelek saziyên cûda heyî jî gelek kes beşdarî vekirina parkê bûn.
Parka Mehmed Uzun ku dawiya Otogara navçeyê, li ser 20 hezar metrekare hate çêkirin. Di parkê de ji bo zarok û zarokên kêmendam, sahaya basketbolê, masayên pîknîkê ên biçatî, bankên rûniştinê, kamelya, lawaboyên kêmendaman, cihê meşê, amêrên fitnessporê, her wiha ji bo bîranîna Mehmed Uzun bîrdariya pirtûkan hate çêkirin.
Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbangolu di vekirinê de axivî û got, rêveberiyên herêmî û BDP di derbarê polîtîkayên derdor û mirovî hişyarin.
Kurbangolu got: “Niha Amed di derbarê herêma şîn de li gorî standartên cîhanê ye. Ji bo vê dê hewildanên me berdewam bikin.”
Kurbangolu anî ziman ku, ji bo jin, zarok û kalên ên dezavantaj dê hewil bidîn qadên nû vebikîn. Şaredar Kurbanoglu Mehmed Uzun jî bibîr anî û got: “ Nivîskarekî Kurd ê li sirgûnê bû, kesekî bi Kurdî dinivîsand, xaka xwe dinivîsand, nivîskarekî evîndarên mezin bû. Gelek berhemên wî ên Ronahî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, Bîra Qederê, Hawara Dîcle, Siya Evînê û gelekên din. Mehmed Uzun ji bo Kurdan windahiyek mezine ku cihê wî nayê dagirtin. Em vê parka xwe diyarî hemû gelê Amed û heskiriyên Mehmed Uzun dikîn.”
Alîkarê Hevserokên BDP’ê Parlementerê BDP’ê Mûşê Demîr Çelîk û Serokê Giştî yê PEN’ê Şêxmûs Sefer axivîn. Vekirina Parka Mehmed Uzun bi guleyên hewayî pêkhat.