“Pakêta Ewlekariya Hundir” a li Meclîsê tê nîqaşkirin û êrîşa li hember wekîlên HDP’yî li navçeyên Mêrdînê Stewrê, Şemrex, Nisêbîn, Dêrik û Qoserê û li Dêrsimê bi daxuyaniyan hat şermezarkirin.
STEWRÊ
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina “Pakêta Ewlekariya Hundir” a li Meclîsê tê nîqaşkirin û êrîşa li hember wekîlên HDP’yî di pêşengiya rêxistinên HDP û DBP’ê de li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya navçeyê Selahattîn Onder, got ku bi qanûna tê xwestin were derxistin, wê fermana, “kuştinê” bidin polîsan û got, "Li hember vê qanûna ku muxalefetê bi temamî ji îradeya wê bêpar dihêle, em ê, mafê xwe yê demokratîk bikar bînin û qebûl nekin.” Onder êrîşa li hember wekîlên HDP’ê şermezar kir.
Daxuyaniya çapemeniyê piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.
ŞEMREX
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê jî rêxistinên HDP û DBP’ê li avahiya HDP’ê ya navçeyê têkildarî “Pakêta Ewlekariya Hundir” daxuyaniyek dan. Hevserokê Rêxistina HDP’ê Mahîr Kapan diyar kir ku bi pakêtê re tê xwestin ku otorîteya şer bê avakirin.
KERBORAN
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê jî di daxuyaniya pêşengiya rêxistinên HDP û DBP’ê de “Pakêta Ewlekariya Hundir” a li Meclîsê tê nîqaşkirin hat şermezarkirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê Yasîn Turan got ku pêşnûmeqanûn hewldaneke ji bo Tirkiyeyê bikin “dewleta polîsan”.
NISÊBÎN
Li Nisêbînê jî bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP’ê de li Parka Aştiyê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de nûnerên rêxistinên sivîl ên li navçeyê jî amade bûn. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ferhat Kût got, "Em ê vê qanûnê wek qanûneke darbeyê hesab bikin. Lewma divê hikûmet demldest vê pakêta wê Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bibe tavilê bikişîne.”
DÊRIK
Li Dêrikê jî di pêşengiya rêxistinên HDP û DBP’ê de li Parka Hunerê ya Ahmet Kaya daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Hevşaredarê Dêrikê Abdulkerîm Erdem, rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên MEYA-DER jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Girseyê dirûşma, “Em dewleta polîs naxwazin” berz kir.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê Rojîn Dûrmaz got, "Di yekemîn roja nîqaşan de êrîşa parlamenterên AKP’yî ya bi taybet li hember parlamenterên jin ên HDP’yî, nîşan dane ku bi vê qanûnê re çi armanc dikin. Dûrmaz, êrîşa li hember parlamenterên jin şermezar kir.
QOSER
Li Qoserê jî bi meşeke ji ber avahiya DBP’ê ya navçeyê heta Qada Azadiyê pakêt hat şermezarkirin. Piştî meşê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê Lokman Yaşar diyar kir ku “Pakêta Ewlekariya Hundir” qanûna amadekariya şerekî ye û êrîşa li hember wekîlan qebûl nakin.
DÊRSIM
Rêxistina HDP’ê ya Dêrsimê têkildarî “Pakêta Ewlekariya Hundir” a li Meclîsê tê nîqaşkirin li avahiya bajêr civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajêr Makbule Tolga got ku êrîşa hikûmeta AKP’ê ya li hember parlamenterên HDP û CHP’ê, nîşan dide bê bi pakêta derxe wê zexteke çawa li hember gel pêk bîne.