Nazegul Poyraz ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin.
Cenazeyê Nazegul Poyraz a dayika 4 zarokan a ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest li Stenbolê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin.
Cenazeyê Nazegul Poyraz a dayika 4 zarokan a ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest li Stenbolê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin.
Cenazeyê Nazegul Poyraz a dayika 4 zarokan a ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest li Stenbolê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin. Keça Poyraz Yasemîn Poyraz di merasîma cenaze de got, "Girîn tine ye. Dayika me dema ji bo azadiyê gav avêt jiyana xwe ji dest da."
Cenazeyê Nazegul Poyraz a dayika 4 zarokan û ya bi endamên SGDF'ê re ji bo tevlî xebatên ji nû ve înşaya Kobanê bibe hat Pirsûsê û di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li Cemxaneya Gulsuyu ya Stenbolê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Bi hezaran kesên dixwestin tevlî merasîma cenaze bibin bi meşê hatin ber Cemxaneya Gulsuyuyê.
Di meşê de pankarta "Em wê hesaba komkujiya Pirsûsê bipirsin. Me bi hev re parast û em dê bi hev re înşa bikin" hat vekirin. Parlementera HDP'ê Huda Kaya, Sekreterê Giştî yê CHP'ê Gulsel Tekîn, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de li gel wêneyên Poyraz wêneyên kesên din ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin.
‘QERENFÎL AVÊTIN SER DARBESTÊ’
Li ber Cemxaneyê malbata Poyraz girse pêşwazî kir. Piştî merasîma li Cemxaneyê darbesta Poyraz ji bo helaliyê ji cîranan bixwaze birin mala li taxa Zumrutevler a Maltepeyê. Bi hatina cenaze re endamên malbatê û cîranan demên hestyar jiyan kirin. Di vê demê de qerenfîl avêtin ser darbestê.
Keça Poyraz Yasemîn Poyraz li vir axivî û wiha got: "Bila ti kes negirî. Dayika me ev xwest. Dayika me teqez nedixwast bi nexweşiyê bimire. Dayika me dema ji bo azadiyê gav avêt jiyana xwe ji dest da."Di vê demê de demên hestyar çêbûn. Parlementera HDP'ê Huda Kaya hewil da endamên malbatê hinek êşên wan parve bike.
‘DARBESTA POYRAZ JI ALIYÊ JINAN VE HAT HILGIRTIN’
Piştre darbesta Poyraz ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û ber bi Goristana Kuçukyali ve bi meşê birin. Di meşê de dirûşmeyên "Em dwê hesaba komkujiya Pirsûs bipirsin", "Şehîd dijîn komunîst şer dikin" û "Me berdêl da em dê berdêl bigirin" hatin berzkirin. Piştî cenaze gihişt goristanê cenaze bi dûayan hat definkirin.
Piştî karên definkirinê bi dawî bûn ji bo Poyraz helbesta "Teslîm Olmak yok" hat xwendin.
Endama Meclîsa ESP'ê Hacer Elçîn diyar kir ku ew wê hesabê komkujiyê bipirsin û wiha got: "Em wê xeyala şehîdên xwe pêk bînin."
Piştî axaftinan merasîma cenaze bi dawî bû.