Mîhrîcana Ş.Bêrîtan bi pêşengeha xwarinên herêmî didome

Mîhrîcana Ş.Bêrîtan bi pêşengeha xwarinên herêmî didome

6. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan di roja duwem de bi hemû keyfxweşî û heyecana xwe berdewam dike. Di çarçoveya Mîhrîcanê de îro pêşengeha xwarinên herêmî hate dayîn û rastî eleqeyek mezin ya mêvan û hunermendan hat.

6. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku ji sala 2005’an ve wekî kevneşopiyekê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî tê li darxistin, îsal jî bi beşdariya bi sedan mêvan û hunermendên ku ji derve tevlî dibin 3 roj û 3 şevan berdewam dike.

Mîhrîcan di roja xwe ya duwemîn de bi pêşangeha xwarinên herêmî destpê kir. Pêşangeha xwarinên herêmî ku hersal ji aliyê dayîkan ve tê amadekirin, îsal jî dayîkan bi xwarinên cuda cuda ji herêma Botan heya Amed xwarinên gelek bi tam û xweş amade kiribûn. Pêşangeh îro li baxçeyê şaredariya wargehê hate li darxistin. Di pêşangehê de gelek hunermend, mêvanên ji derve û gelek endamên saziyên wargehê beşdar bûn.

Di destpêka pêşangehê de endama Meclîsa Gel Bermal Kara axaftinek kurt kir û wiha got: “Mebesta me di amade kirina vê pêşangehê de ewe ku,em xwarinên bav û kalan  ji bo ku wenda nebin û em ji bo ji nifşê nû re bidin naskirin, em hersal di mîhrîcanê de pêşangeha xwarinên herêmî yên ji Botan heya Amedê amade dikin û bi gelê xwe hem didin nasandin hem jî dixwin.”

Piştî axaftinan, xwarina ku ji aliyê dayîkan ve hatibû amadekirin ji bo mêvan û çapemeniyê dan nasîn. Hinek ji xwarinên ku hatibûn amade kirin navên wan evin: Dane maş,Kutilk,Biryanî,Hilûsa, Giro, Xweşav,Keşke kark,îprax,Qisir,Mêrih,Kulindên kelandî,Tirşik,Kariya Şil,Kutilkên Helebê,Bacanên heşandî, Ser û pê û Qelî hatibûn amadekirin.  

Piştî nasandina xwarinê, girseya ku di pêşangehê de amade bibû, herkes li gorî keyfa xwe xwarin hilbijartin û xwarin.

Di heman çarçoveya çalakiyên Mîhrîcanê de di demjimêr 14:00’an de jî li saziya Komelên Ciwanan semînerek li ser ‘Rolê çalakiya Şehîd Bêrîtan di têkoşîna azadiya jina Kurd de’ hate li darxistin. Di semînerê  de beşdarvan fikir û nêrînên xwe anîn ziman.

Di berdewamiya bernameya mîhrîcanê de wê îro di demjimêr 16:00’an de turnuvaya fûtbol û voleybolê were li darxistin. Îşev jî wê di demjimêr 18.30’an de bernameya mîhrîcanê bi beşdariya gelek hunermend û komên folklorê wê heya direngiya şevê dom bike.